Yılmaz Kazandioğlu
2026 ж. 07 сәуір•Rojanekirin: 2026 ж. 07 сәуір
VAN (AA) - Li deverên bilind ên Çataka navçeya Wanê berf ket û niştewar bi berfê spî bûn.
Li deverên bilind ên navçeyê berfê dayê û cî bi cî dibare.
Niştewarên gundewar bi berfê spî bûn, welatiyên ku li benda biharê bûn, bi ketina berfê ra şaş û metel man.
Ji ber rewşa hewayê li herêmê mesafeya dîtinê kêm bû, rêncberan di binê berfê da alif da heywanên xwe.
Ji welatiyan Mehmet Gultepe ji nûçegihanê AAyê ra got ku îsal zivistanê berfeke zêde ket.
Gultepe diyar kir ku ew li benda biharê bûn, lê berf ket û wiha dewam kir, "Îsal berf pir ket. Me tengasiyeke mezin kişand. Niha jî berf dibare. Têkoşîna me ya bi berfê ra dewam dike."