Adem Koç
21 Nîsan 2026•Rojanekirin: 21 Nîsan 2026
Di daxuyaniya ku ji Walîtiyê hat dayîn da hat gotin ku li gor nirxandina dawî ya Midûriya Giştî ya Meteorolojiyê, ji danê êvarê pê va baran tê payîn û ji bo sibê jî cî bi cî barana gur tê texmînkirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin, tê payîn ku baran wê roja pêncşemê ji danê nîvro pê va hêdî hêdî veke û wiha hat gotin, "Divê welatî ji bo lehî, av, bagera gur a kêliya baranê û tengasiyên çûyîn û hatinê baldar û bi tevdîr bin."