Nihat Kavşut
18 Gulan 2019•Rojanekirin: 18 Gulan 2019
Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçuk der barê modêla perwerdeya nû ya lîseyan da got ku ezmûna ewil ya vê pergalê wê di 2024an da bê kirin.
Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Selçuk der barê vîzyona perwerdeyê ya 2023yan da wiha got: "Wextê em qala projeyên perwerdeyê dikin nirxandina profîlên dibistanan, atolyeyên qabiliyetê, e-portfolyo, e-rêberî, projeyên curbecur û gelek projeyên di warê perwerdeya meslekî da di nav vê vîzyonê da ne. Ev hemû jî bi hev ra eleqedar in û hev temam dikin. Ev yeka zehf girîng e."
Ji axaftina Wezîr Selçuk hin sernavên derketin pêş ev in:
"Projeyên perwerdeyê tenê tabloyeke dersan nîne. Ev projeya pêşeroja Tirkiyeyê, projeya aboriyê û projeya heyata civakî ye. Ev projeya perwerdeyê ye ku Tirkiye li ser vê axê, dinyayê û erdnîgariyê bi rûmeta xwe li ser lingan bisekine.
Xebateke berfireh e. Me ji mamoste, zarok û ciwanan pirs kir. Ev meseleyeke wisa ye ku di 2030-2040 û di 2053yan da pêwîstiya Tirkiyeyê bi çi heye wê nîşan dide."
Bi modêla perwerdeyê ya nû ya Wezareta Perwerdeya Neteweyî hejmara dersan hat kêmkirin û di pola 9an da bû 8, di pola 10an da bû 9, di pola 11an da bû 9 û di pola 12an da bû 7 ders.