Nihat Kavşut
16 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 16 Tîrmeh 2020
Wezareta Perwerdeya Neteweyî encamên îmtihana navendî ya LGSyê ku di 20ê Hezîranê da hat çêkirin ji ser navnîşana "meb.gov.tr"yê eşkere kir.
Di îmtihana navendî ya LGSyê da ji 42 bajarên cuda 181 xwendekarî hemû pirsan rast bersivandin û 500 puanê tam hildan.
Encamên îmtihana navendî ya LGSyê nîşan da ku di navbera performansa di îmtihanê û serkeftina xwendekaran ya li dibistanê da têkiliyeke xurt heye.