Li başûrê rojhilat, bi tevkariya Partiya Demokratîk a Herêman, Komeleya Lêkolîn û Pêşvebirina Zimanê Kurdî (KURDÎ-DER) û Egîtîm-Senê biryara boykotê hat dayîn.
Sala nû ya perwerdeyê bi merasiman dest pê kir. Bexçeyên dibistanan bi malbat û xwendekaran tije bûn. Xwendekar û malbat kelecanî bûn.
- Diyarbekir
Li bajêr di hezar û 552 dibistanan de 508 xwendekaran dest bi dersan kir. Li dibistana seretayî ya Şehît Ogretmen Ayşe Nûman Konakçiyê ya Kayapinarê dibistan bi merasimekê ve vebû.
Walî Mustafa Cahît Kiraç beşdarî merasimê bû û li vir got ku sala nû ya perwerde û hîndekariyê dest pê kir.
Kiraç bal kişand li ser xwendekarên herêmê û got ku xwendekarên herêmê havînê diçin herêmên din dixebitin û hêj nehatine, ji ber vê yekê em nikarin hejmara xwendekaran aniha diyar bikin, hin xwendekar li gor hevalên xwe çend roj dereng dest bi dibistanê dikin.
- Şirnex
Dibistana Kûmçatiyê ya bajêr bi merasimekê ve hat vekirin. Cîgirê Walî Mustafa Akgul got ku heta niha der barê boykotê de tu pirsgirêk derneketin.
Akgul destnîşan kir ku xwendekarên wan yên ji ber boykotê nehatibin dibistanê tunene û wiha berdewam kir: "Bi eşkereyî karim bêjim ku li dibistana me boykot tuneye. Li bajarê me her tişt normal e."
- Sêrt
Li dibistana Seretayî ya Sancaklarê ya bajêr, dibistan bi merasimekê ve vebû.
Li herêmê 98 hezar xwendekar hene.
Midûrê Perwerdeyê yê Bajêr Fethî Sûay diyar kir ku welatiyên li herêm û navçeyê dibistan boykot nekir, her wiha malbat digel zarokên xwe hatin dibistanê.
Sûay wiha dewam kir: "Her çiqas roja ewil be jî xwendekar digel malbatên xwe hatin dibistanê. Kesî guh neda biryara boykotê ya hin aliyan xwest ku pêk bîne. Xwendekar hatin dibistanê û li herêmê her tişt normal e."
- Batman
Li Dibistana Seretayî ya Mehmet Emîn Şîmşekê merasim hat kirin û 170 hezar û 130 xwendekarî bi merasimê dest bi dibistanê kir.
Li herêmê her çiqas hin aliyan biryara boykotkirinê da û ji bo boykotê bangewazî kir jî, tu kesî guh neda bangewaziyê.
Di vê navberê de sala nû ya perwerde û hîndekariyê, li Bîngol û Mêrdînê jî bi merasimekê ve dest pê kir.