Nihat Kavşut
17 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 18 Rêbendan 2020
Heyama ewil ya perwerdeyê ya 2019-2020an îro temam bû.
Betlaneya heyama ewil wê di 20-31ê Çileyê da û tevî 18 milyon xwendekarî ji milyonek zêdetir mamoste jî bikevin betlaneyê.
Heyama duyemîn ya perwerdeyê wê 3yê Sibatê da dest pê bike. Di heyama duyemîn da betlaneya navberê jî wê di 6-10ê Nîsanê da be. Piştî betlaneya navberê ku wê di 13ê Nîsanê da dest pê bike heyama duyemîn wê di 19ê Hezîranê da biqede û betlaneya havînê ya ku 11 hefte ye dê dest pê bike.
Wezareta Perwerdeya Neteweyî wê ji ber Pergala Bicîbûna Lîseyê (LGS) ezmûna navendî di 7ê Hezîrana 2020an da bike.
Piştî ku heyama duyemîn qediya Ezmûna Saziyên Perwerdeya Bilind (YKS) ê di 20 û 21ê Hezîranê da çêbe.
Serlanên ezmûnê wê di 6ê Sibatê û 3yê Adarê da bên hildan û encam di 23yê Tîrmehê da eşkere bibin.