RÎZE
Bi biryara Lijneya Perwerde û Hêvotinê ya Wezareta Perwedeya Neteweyî di dibistana navîn û dibistanên navîn ên Îmam Xatîbê de, di çarçoveya zimanên zindî û zaravayan de li Rîze û Artvînê dê 95 xwendekar zimanê lazî fêr bibin.
Li dibistana Navîn a Ataturkê ya li navçeya Findikliya Rîzeyê 35, li dibistana Navîn a Mûammer Çîçekoglû 47, bi tevahî 82 xwendekar; li dibistana navîn a Ataturkê ya navçeya Arhavî ya Artvînê jî 13 xwendekaran ji bo dersa bijarte ya lazî serlêdan kirin.
Midûrê Perwedeya Neteweyî yê Rîzeyê Saffet Yildirim dibistanên bi navê Findikli Aksû û Mûammer Çîçekoglû ziyaret kir, beşdarî dersên lazî bû û derbarê perwedeya zimanê lazî de bi mamosteyan re sohbet kir û agahî girt.
Yildirim da zanîn ku di serdema nû de ji pola 5emîn ve perwerdeya lazî hat destpêkirin û wiha dewam kir: "Di giştiyê Rîzeyê de bi tevahî di 4 polan de, xwendekarên pola 5emîn û 6emîn bi lazî tên perwerdekirin. Heke teleb zêdetir bibe li gor rewşê em ê tevbigerin. Mufredat li gor perwedeyê û ji aliyê tîmeke pisporan ve hat amadekirin. Di dema amadekirina mufredatê de ji pispor û zanyarên zanîngehan jî alîkarî hat girtin."
Yildirim diyar kir ku destkeftiyên dersê gelek in û wiha got: "Ji bo hînbûna ziman çar xalên sereke hene: Xwendin, nivîsîn, axaftin û guhdar kirin. Di nav çar salan de dê xwendekar bigihîjin asteke baş. Armanca me ew e ku piştî perwedeya lazî, xwendekar karibin xwe bi wî zimanî îfade bikin."
Mamosteyê dersa lazî bal kişand ser tunebûna pirtûkên lazî û wiha pê de çû: "Bi piranî xwendekar ziman dizanin, lê di hêla axaftinê de qels in. Em dê demeke pratîk bikin. Lê dê wek îngilîzî zor nebe ev pratîk. Di dest me de pirtûkên lazî tunene, lê hin notên lazî hene. Em dê bi van notan dersê bi rê ve bibin. Di sala bê de em dê bernameyek bi rêk û pêk amade bikin.
Xwendekara bi navê Sûde Karadenîz jî anî ziman ku malbata wê bi lazî diaxive lê ew baş fêm nake û wiha got: "Bi taybetî dema dapîra min ji min tiştekî dixwaze baş fêm nakim. Ji min re tim digot 'ma tu laz nîn î, ji min fêm nakî.' Ez jî ji bo ku wan baştir fêm bikim lazî hîn dibim."