Önder Beyter
02 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 02 Cotmeh 2018
EZAZ/ÎDLIB
Weqfa Alîkariya Mirovî ya Maf û Azadiyên Mirovan (ÎHH) li Sûriyeyê bi minasebeta destpêkirina sala nû ya xwendinê 2018-2019 va taxima qirtasiyeyê li 50 hezar xwendekarên li herêmên Mertalê Feratê û Çiqlê Zeytûnê û herwiha ciyên di kontrola mixalifan da belav kirin.
Zarokên Sûriyeyî piştî ku dibistan vebûn, têkoşîna xwe ya xwendinê ya di şert û mercên giran ên şer da bi alîkariyên ku ji Tirkiyeyê tên, didomînin.
Di çarçoveya projeya qirtasiyeyê ku ÎHHyê bi hevkariya Weqfa Qralê Siûdiyê Selman va li dar xist da di hundirê çenteyê dibistanê da alavên qirtasiyeyê dan 50 hezar xwendekarî.
Taximên ku tê da pênûs, lênûs, jêbir, çenteyê xwarinê, boyaxa ziha, boyaxa birûn, hevîrê yariyê, taxima cedwelê û pirtûka boyaxkirinê hene, dê pêwîstiya zarokan a qirtasiyeyê bi cih bîne.
Kordînatorê Weqfa Alîkariya Mirovî ÎHH li Kilîsê Serkan Oktem di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da wiha got, "Li Sûriyeyê ji roja ku şer dest pê kiriye û heta roja îro, bi 10 hezaran zarok hene ku ji mafê xwendinê bêpar mane."
Oktem bal kişand ku seba siberoja Sûriyeyê, ew perwerdeyê jî wekî hîmekî bîngehîn ê jiyanê dibînin û wiha dewam kir, "Li vê derê ji xeynî xida û starê, em seba perwerde û xwendinê jî projeyan amade dikin. Di vê çarçoveyê da em li herêmên Mertalê Feratê, Çiqlê Zeytûnê û Îdlibê dibistanên xalî û rûxandî, temîr dikin û ji bo perwerdeya zarokan cardin vedikin."
Ji Kordînatorên Qadê yên Xebatên Sûriyeyê yên ÎHHyê Hasan Akdoy jî wiha axivî, "Me li herêma Mertalê Feratê 16 hezar û 500 taximên çente belav kirin. Em taximan li dibistanên kampan jî belav dikin."
Mihemed Hemîdo ku 9 salî ye û rahêşt çenteyê xwe, wiha axivî, "Ez îro pir kêfxweş im. Ez dîsa hatim dibistanê û ez hatim cem hevalên xwe. Ez pir sipasiya Tirkiyeyê dikim."