ANKARA
Serlêdana ji bo tayina 15 hezar mamosteyên ku wê Wezareta Perwerdehiya Neteweyî bike îro saet di 18.00an de diqede.
Ji bo ku pirsgirêka kêmasiya mamosteyên saziyên perwedehiyê yên ku girêdayî wezaretê ne bê helkirin, pêşiyê tayina ewil, tayina ji derve, tayina ji nav saziyan û tayinkirina sporvanên neteweyî wê bê kirin. Mamoste li gor beş û pûanên ku di lîsteyê de hatine eşkerekirin wê bên hildan.
Serlêdanên ku ji hêla wezaretê ve tên qebûlkirin ji 29ê Çileya Paşîn pê ve dest pê kir û îro saet heta 18.00an wê dewam bike.
Kar û barên serlêdanên mamostetiyê li ser malpera înternetê ya saziyê "http://personel.meb.gov.tr/" tên kirin.