SÎÎRT
Di navbera Zanîngeha Sêrtê (ZS) û Zanîngeha Soûtherna li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) protokola hevkariyê hat îmzekirin. Di çarçoveya protokolê de dê derfeta perwerdeya ziman a hevpar û du dîplomayan bidin xwendekaran.
Lijneya ku ji Dekanê Fakulteya Endazyariyê yê Zanîngeha Soûthernê Prof. Dr. Hebîb Mihemed, Serokê Beşa Kompîterê Prof. Dr. Ebrahîm Xosrawî û Berpirsyarê Taybet yê Tirkiyeyê yê Zanîngeha Soûthernê Dr. Osman Kandara pêk tê, hatin Sêrtê.
Li Kampusa Kezerê ya Zanîngeha Sêrtê, Rektorê Zanîngeha Sêrtê Prof. Dr. Mûrat Erman û Dekanê Fakulteya Endazyariyê yê Zanîngeha Soûthernê Prof. Dr. Mihemed protokola hevkariyê îmze kirin.
Xwendekar di çarçoveya protokolê de divê 4 mehan li Sêrtê 4 mehan jî li DYAyê perwerdeya ingilizî bibînin. Heke du salan li Zanîngeha Sêrtê du salan jî li DYAyê perwerdeyê bibînin dê bikaribin hem ji DYAyê hem jî ji Sêrtê dîplomayê bistînin.
Protokolê cara ewil ji bo xwendekarên Endezyariya Elektrîk û Elektronîkê dan destpêkirin. Tê payîn ku di demên pêşiya me de ji bo beşên din jî berdewam bikin.
- "Ev hevkarî ji bo Zanîngeha Sêrtê gelek kêrhatî bû"
Rektorê Zanîngeha Sîîrtê Prof. Dr. Erman daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku di protokola ku bi Zanîngeha Soûthernê re îmze kirin de peymana zimanê hevpar cî digire.
Prof. Dr. Erman bal kişand ku bi madeyekê di protokolê de cî digire re di navbera her du zanîngehan de pêvajoya hevkariyê dest pê kir û wiha axivî: "Bi protokolê digel xwendekaran dê guherîna hîndekaran jî mumkin be. Bi vê protokolê di navbera her du zanîngehan de pireyek hat avakirin. Di çarçoveya protokolê de dê guherîna hîndekar û xwendekaran, proje û konferansên hevpar, semîner û kongre bên çêkirin. Di vê çarçoveyê de îsal dê kongreyeke bi serenava "Di perwerdeyê de Serokatî" bê lidarxistin. Zanîngeha Kirikkkaleyê (ZK) ya ku bi Zanîngeha Soûthernê re peyman kiriye jî dê beşdarî vê kongreyê bibe. Li Sêrtê yekem car dê kongreyeke ku beşdariyeke navneteweyî yê ev qas mezin çêbe, bê lidarxistin. Ev hevkarî ji bo Zanîngeha Sêrtê gelekî kêrhatî bû."
- "Xwendekar dê bikaribin du dîplomayan bistînin"
Xwendekar di çarçoveya protokolê de divê 4 mehan li Sêrtê 4 mehan jî li DYAyê perwerdeya ingilizî bibînin. Heke du sal li Zanîngeha Sêrtê du sal jî li DYAyê perwerdeyê bibînin dê bikaribin hem ji DYAyê hem jî ji Sêrtê dîplomayê bistînin. Bi vê protokolê xwendekarên me dê pirsgirêka ziman çareser bikin û bi vî awayî dê di îstihdamê de avantajê bi dest bixin. Protokolê cara ewil ji bo xwendekarên Endezyariya Elektrîk û Elektronîkê dan destpêkirin. Tê payîn ku di demên pêşiya me de ji bo beşên din jî berdewam bikin.
Dekanê Fakulteya Endezyariyê yê Zanîngeha Soûthernê Prof. Dr. Mihemed bi ingilîzî daxuyanî da û got ku ez li ser navê Zanîngeha Soûthernê kêfxweş im ku em hatin Sêrtê û me bi Zanîngeha Sêrtê re protokola hevkariyê îmze kir.
Lijneyê pişt re der barê protokolê de agahî da xwendekarên Zanîngeha Sêrtê û bersiva pirsên hîndekaran dan.