ANKARA
Serokê BDPê Selahatin Demîrtaşî bi munasebeta 6. salvegera mirina Orhan Doganî peyamek weşand.
Demîrtaş di peyama xwe de got ku Dogan tu carî hêviya xwe ji çareserî û aştiyê nebirî. Ji ber ku bo demokrasî, azadî û aştiyê bênavber xebitî, bû sembola aştiyê. Di nav ewqas xem û tengasiyê de ne bişirîna wî ne jî gotinên wî yên aştiyê kêm bûn.
Demîrtaşî dûpat kir ku zimanê Doganî yê aştiyê dê bibe rêberê wan û her wiha got ku ew rojên ku dê bibin mizginiya aştî û azadiya ku bibû hesreta dilê Doganî nêzîk in.
Doganê ku damezrînerê HEPê bû, di hilbijartina sala 1991an de di lîsteya SHPê de bûbû parlementerê Şirnexê. Di pêvajoya sondxwarina bi kurdî ya ku Leyla Zana kir de ji hêla Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê ve 15 sal hukum xwaribû.
Dogan di sala 2004an de bi biryara Dadgeha Bilind gihiştibû azadiya xwe. Di sala 2007an de jî di mihrîcaneke Dogubeyazidê de ji qeyrana dilî çûbû ber dilovaniya Xwedê.