Davutoglu diyar kir ku di hevdîtinên di demên dawîn de bi Zebarî re kiriye de li ser têkiliya navbera her du dewletan sekinîne û wiha dewam kir: "Iraq û Tirkiye li herêma ku em lê ne ji bo xebat û hevkariyên stratejîk du welatên girîng in. Em bi vê fikra xwe her tim li ba birayên xwe yên Iraqî bûn."
Davutoglu xebatên ku di vê qadê de hatine kirin jî bi bîr xistin û detsnîşan kir ku ji bo pêşveçûna têkiliyên di navbera her du dewletan de Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan di sala 2009an de çû Iraqê û di wê demê de her du dewletan 48 peyman îmze kirin.
Davutoglu wiha dewam kir: "Me tu carê Iraq ji xwe cuda nehesiband. Me kêfxweşî, aramî û hizûra Iraqê wek ya xwe hesiband û ji gelê Iraqê tu kes ji yên din cuda nedît. Xirîstiyan, şîî, sûnnî, kurd, ereb, tirkmen û hemû gelên din me her tim delal qebûl kirin. Iraq Rojhilata Navîn a biçûk e. Di demên dawî çûn û hatina me zêde tunebû lê têkiliyên di navbera me de her tim dewam dikirin. Ji niha şûn de têkiliyên me dê çêtir bibin."
- Davutoglu di meha çiriya paşînde dê biçe Bexdayê
Davutoglu destnîşan kir ku têkilî, çûn û hatina di navbera rayedarên her du dewletan de zêde bûne û di civîna ku kirine de jî li ser têkiliyên nû sekinîne û wiha pê de çû: "Xwedê bêje erê di rojên pêş me de ez ê biçim Bexdayê. Ew Bexdaya ku min gelek bêriya wê kiriye ez ê dîsa bibînim. Ji bo têkiliyên di navbera me de xurt bibin di rojên pêş me de birêz Serokê Meclisa me dibe ku biçe Iraqê û Serokwezîrê Iraqê Malikî jî dê bê Tirkiyeyê."
- Rûpela Nû
Zebarî jî diyar kir ku ev du sal e di têkiliyên di navbera Iraq û Tirkiyeyê de hin pirsgirêk derketine, ji bo çareserkirin û ji holê rakirina van meseleyan jî dem dema xebatên hevkar e û wiha dewam kir: "Ez dibêjim qey ji bo çareserkirina van mijaran jî xebata wezîr û serokan lazim e. Bi têkiliyên fermî em dikarin vê meseleyê hel bikin. Ankara û Bexda gelekî nêzî hev in û ji ber vê jî divê têkiliya di navbera me de hêsantir be. Ji bo têkiliyên di navbera her du dewletan de em niha li ser bingehên saxlem in."