13 Sibat 2018•Rojanekirin: 13 Sibat 2018
ANKARA
Cîgirê Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Bînalî Yildirim di Kongreya Asayî ya 6emîn a Erzincanê ya AK Partiyê da axivî û got: "Amerîka tu bi rêxistinên terorê ra kar dikî û dixwazî bigihijî kê derê? Ev rê tarî ye, ev kuçey dernakeve derekî. Hêj wexta te heye ku tu dev ji vê xeletiyê berdî. Êdî çek û piştgiriyê nedin van bêbext û hovên ku çav li serê wan tarî bûye û miletê dikujin."
Serokwezîr destnîşan kir ku Tirkiye mecbûr e ku sînorên xwe biparêze û wiha dewam kir: "Wekî berê em mecbûr in ku îro jî welat û sînorên xwe biparêzin. Şerê rizgariyê yê 100 sal berê çi be têkoşîna me ya 15ê Tîrmehê jî heman tişt e. Şerê me yê li Çanakkaleyê çi be têkoşîna me ya li Efrînê jî heman tişt e. Ji vir pê va têkoşîna li derekî din jî wê bi heman awayî dewam bike."
Yildirim destnîşan kir ku ji kîjan aliyî bê bila bê ji bo berterefkirina gef û tehdîdên li ser sînor, welêt û miletê Tirkiyeyê ewê hewl, xebat û têkoşîna xwe bidomînin û wiha pê da çû: "Bira her kes vê bizanibe, tehdîd ji kîjan aliyî va tê ser sînorên me bira bê ew ê demildest were berterefkirin. Herwisa wan kesên ku dixwazin li sînorê me dewletê ava bikin ew ê di ber wan da bimîne.
Di berdewamiya axaftina xwe da Serokwezîr û Cîgirê Serokê Giştî yê AK Partiyê Yildirim Amerîkayê jî hişyar kir û jê xwest ku bila dev ji piştgiriya dide rêxistinên terorê berde û hişyariya xwe wiha domand: "Amerîka tu bi hevkariya rêxistinên terorê dixwazî bigihêjî ku derê? Ev rê tarî ye û ev rê dernakeve derekê. Hê dema te heye ku dev ji vê xeletiyê berdî. Êdî alîkarî û çekan nede bêbext û kujerên ku çavên xwe nakirpînin û însanan dikujin."
Serokwezîr Yildirim ragihand ku çavê wan di axa tu kesî da tuneye û got: "Bila herkes vê baş bizanibe ku çi dibe bila be emê welatê xwe dewleta xwe û miletê xwe biparêzin. Çavê me di axa tu kesî da tuneye. Lê em li hemberî zilma tu kesî jî bêdeng namînin û pê razî nînin."
Yildirim di berdewamiya axaftina xwe da bal kişand ser kesên ku dibêjin bila Artêşa Tirkiyeyê nekeve Efrînê û wiha dewam kir:"Bila kes cazê neke. Ey Kiliçdaoglu tu di xizmeta kîjan aqilî da yî? Dibêjî 'nekevin Efrînê'. Ev mantiqeke çawa ye? PKK/PYD-YPG/DEAŞa rêxistina terorê ku heft duwel alîkariya wan dike û wekî hev in bi eşkereyî serî ji dewlet û gelê me ra radikin. Tu li pişta kê yî? Derkeve û bibêje."