19 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 24 Berfanbar 2015
ANKARA
Wênekêş Ara Guler wêneyên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan kişand.
Li gor agahiyên çavkaniyên Serokomariyê Guler li Alîkarê Sekreterê Giştî û Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin digere û wiha dibêje: "Demeke dirêj e min bi Erdogan ra xeber nedaye. Min herî dawîn di sala 2012an da di merasimekê da wêneyên wî kişand. Dixwazim çend wêneyên Erdogan bikşînim."
Li ser vê daxwaza Guler hevdîtin li avahiya Serokomar Erdogan ya li Kisikliyê çêbû.
Beriya kişandina wêneyan Erdogan û Guler li ser hunera Guler xeberdan.
Ara Guler li odeya rûniştinê, pirtûkxane û odeya xebatê wêneyên Erdogan, xanima wî Emîne Erdogan û neviyên wan Ahmet Akif û Mahînûrê kişand.