Serokomar Recep Tayyîp Erdogan beriya serdana xwe ya Erebîstana Siûdî li Balafirgeha Ataturk daxuyanî da û diyar kir ku li ser vexwendina Qralê Erebîstana Siûdî Selman bîn Ebdulazîz Al Siûd bi heyeteke ji wezîr, burokrat û rojnamegeran pêk tê diçe welêt.
Erdogan destnîşan kir ku piraniya bûyer û meseleyên di rojeva civakên navneteweyî de cih digirin li welatên ku Tirkiye cîranê wan e û bi wan re têkiliyên dîrokiye pêk tên û wiha dewam kir: "Hemû meseleyên ku diqewimin rasterast û yan jî binavgîn him Tirkiyeyê û him jî hemû welatên ku li herêmê dikin bin tesîra xwe û li ser wan bandorê çêdikin. Bi taybetî jî di vê heyamê de berpirsyariya herî mezin dikeve ser milên me, ango welatên ku li ser vê erdnigariyê ne. Her bajarê ku tê bombekirin bajarê me ye, ew mîrateya ku tê tarûmarkirin mîrateya me ye."
"Em bi hesret li benda bangeke wiha bûn"
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der heqê banga çekdanîna PKKyê de got: "Bangewaziya çekdanînê ji bo me bendewariyeke pir girîng bû. Vê bangê bi pêvajoya pêşîvebûna demokratîk ve dest pê kir. Evbang bi saya serê Projeya Biratî û Yekîtiya Neteweyî pêk hat. Niha bi pêvajoya çareseriyê dewam dike û em bi hesret dixwazin ku ev bang biçe serî."
Erdogan axaftinên xwe yên der heqê banga çekdanîne ya ku berê jî kiribû bi bîr xist û wiha dewam kir: "Bang xweş in lê çawa min berê jî gotibû ya esil tetbîqkirin e. Gelo ev sepan dê beriya hilbijartinê an jî di hilbijartinan de çiqasî li sehayê xuya bike? Mixabin beriya niha di hilbijartinên adarê de tu bandora wê çênebû, tu bandor li ser hilbijartinên Serokomariyê nekir. Dîsa bi heman awayî berdewam kir. Hêviya min ew e ku li pişt daxuyaniyên ku hatin dayîn bisekinin û der barê vê yekê de pêngavan biavêjin."
Erdogan bertek nîşanî îdiayên ku der heqê çekdanîna hêzên ewlehiyê de tên kirin da û wiha pê de çû: "Kesên ku divê li vê derê çekan daynin endamên rêxistina terorê ne. Heke wisa tê hêvîkirin ku li vê derê hêzên me yên ewlehiyê çekan daynin, ev xebrojkek e, lewra tiştekî wisa nabe. Enstrumana hêzên ewlehiyê çek in. Bi wê re dijî û armanca wê çekê hizûr, bicihkirina ewlehiyê û anîna aramiyê ye. Heke rabin bibêjin bila esker û polês jî çekên xwe daynin tiştên wiha eletewş nabe."
Serokomar der heqê daxuyaniya Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş de jî wiha axivî: "Li vir hema bêje dîmenekî dualî heye. Daxuyaniya wan kesên îro bi Yalçin Beg re da cuda ye, daxuyaniya ku hevserok da cuda ye. Daxuyaniya wan kesên ku çûn Îmraliyê da cuda ye, daxuyaniya hevserok cuda ye. Tiştekî wiha nabe. Wisa xuya dike ku rêgezeke van a bi bingeh tuneye."
Erdogan diyar kir ku polîtîkayên red, asîmîlasyonê û polîtîkayên înkarê wan rakir û ji bo banga çekdanîna PKKyê jî axaftina xwe wiha domand: "Her tişt di dawiya dawî de girêdayî tetbîqkirinê ye. Ev tetbîqkirin çi ye? Ev danîna çekan e. Ji dema ku çek hatin danîn pê ve jixwe dê li welêt aramî, atmosfera gumrahiyê bi awayekî gelekî cuda pêk bê."