Hat ragihandin ku Serokwezîrê Iraqê Haydar el-Îbadî û Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî li Munîhê hatin bal hev.
Di daxuyaniya ku ji hêla Serokwezîriya Iraqê ve hat dayîn de wiha hat gotin: "Herdu serokê ku beşdarî 51emîn Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê bûn hatin bal hev. Di hevdîtinê de li ser rizgarkirina Mûsila ku di bin zilm û zordestiya DÎŞIyê de ye sekinîn û qala girîngiya hevkariya bi gel û HKIyê re kirin."
Di daxuyaniyê de cih dan axaftina Serokwezîr Îbadî ya ku bal dikşîne ser hevkariya bi HKIyê û pêşmergeyan re û vê hevoka wî hat dayîn: "Têkiliyên xweş ên di navbera hikûmeta navendî û HKIyê re, ji bo hêzên me yên ewlehiyê bi pêşmergeyan re hevkariyê bikin teşwîq dike."
Rêxistina terorê DÎŞI di 10 hezîrana 2014an de Mûsil û paşê jî hin herêmên derdorê dagir kir, li ser vê jî şer û pevçûnên ku dest pê kiribûn hê jî dewam dikin. Balafirên şer ên hêzên koalîsyonê ku pêşengiya wan DYA dike jî piştgiriyê didin artêşa Iraqê.