Îşler li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyand ku axaftina Feyzîoglu ne li gor protokol, edeb û nezaketê ye, ev axaftineke siyasî ye. Îşler wiha dewam kir:
"Berteka Serokwezîrê me ya ku li hember wî kesê wek berdevkê muxalefetê diaxive bertekeke mafdar e û li ser navê gel e. Di rojên dawîn de bûye moda hin kes xwe di nav cibeyên xwe de vedişêrin, şoveke siyasî dikin û hewl didin ku siyasetê biguherin. Hin merasim û cibe wek derfetê hesibandin û siyasetmedar rexnekirin bê nezaketî ye. Ev her tim wisa nadome. Bênezaketiya li ber kamerayan hat kirin bersiva ku heq kir jî hilda. Ji ber ku êdî gelê Serokomar hilbijêre ew dewra ku burokrat û endamên darazê dibûn Serokomar qediya. Bila belasebeb xwe xweş nekin. Bi cibe siyaset nabe. Ew kesên bicibe yên ku siyasetê hez dikin bila heman ji wezîfeya xwe îstifa bikin, cibeyên xwe derxin û bikevin siyasetê."