08 Hezîran 2016•Rojanekirin: 08 Hezîran 2016
ANKARA
Arîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş der heqê êrîşa terorê ya li Veznecîlera Stenbolê de got ku "Wekî ku em di sifreyên fitarê de dia dikin heqê me ye ku em nifirê jî bikin. Em ji bo ew kesên ku ev êrîş kirin islah bibin dia dikin lê heke islah nebin bila destê wan bişkê."
Kurtulmuş di bernameya fitarê ya ku ji bo xebatkarên Serokatiya Kar û Barên Diyanetê li dar xist de axivî û got ku bila remezan bi xêr be.
Kurtulmuş bi bîr xist ku di serê meha remezanê de di heyamekî ku ev atmosfera xweşik a aştî û aramiyê heye de, ji Stenbolê berdestê sibê xeberekî nexweş hat û wiha axivî: "Xwedê rehm û mexfîreta xwe li 11 birayên me yên ku 7 ji wan polêsên ên ku di vê êrîşa terorê ya elîm de mirin bike. Bila cihê wan cenet be. Xwedê sebrê bide malbatên wan û li dinyayê din wan bi her cure nîmetên xwe şad bike. Xwedê cihê wan bike cenet, serê gelê me sax be."
Kurtulmuş diyar kir ku ew kesên ku vê êrîşa dilsoj û kedernak kirin şermezar dike û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Wekî ku em di sifreyên fitarê de dia dikin heqê me ye ku em bediayê jî bikin. Em ji bo ew kesên ku ev êrîş kirin islah bibin dia dikin lê heke islah nebin bila destê wan bişkê."
- "Teror bûye wekî amûrekî navneteweyî"
Kurtulmuş bal kişand ku ew kesên ku ev êrîş kirin ne tenê ew kesên ku bombe danîne wir an jî bombe şandin wir in û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Em dizanin ku ev êrîş hem dijî gelê me, hem jî dijî yekîtî û bihevrebûna welatê me tên kirin. Em dizanin çawa ku dilê me li hember van bûyerên dilsoj dişewite hin aliyên li pişt van êrîşên bûyerê jî destê xwe mist didin û dibêjin ku 'Eman bombe çi xweş teqiyan û bêaramiyê li Tirkiyeyê cî girt' û kêfxweş dibin hene. Ez dixwazim ku vê yekê bi awayekî eşkere bibêjim. Teror îro ne tenê karê çend rêxistinên terorê ye. Ev rêxistinên terorê di destê kesên dixwazin ku ji ser rêxistinên terorê li herêmê û dinyayê hevsengan bigirin destê xwe de bûye wekî amûrekî navneteweyî. Ji ber vê jî em ji ber rûyek, van êrîşan bi rastî jî gelekî diêşin û êşê dikşînin ji aliyê din ve jî hêrs in."
- "Teror di dawiyê de lîstikekî qirêj e, labîrentek e"
Kurtulmuş destnîşan kir ku ew kesên li pişt rêxistinên terorê yên ku piştgiriya lojîstîk, siyasî, ekonomîk, eskerî û îstixbarî didin eqlê xwe hildin serê xwe û wiha axivî:
"Teror di dawiyê de lîstikekî qirêj e, labîrentek e. Ez dixwazim bila bizanin ku dê di vê labîrentê de dê winda bibin. Teror wekî bûmerangê ye. Rojek dê bi awayî vegere ew kesên ku vê bi kar tînin û wan cezadar bike. Em wek gel dê 80 milyon mil bi mil dest bi dest dijî van êrîşên terorê di nav hestên yekîtî û bihevrebûnê de bin lê ya girîngtir em dê di wê hişmendiyê de bin ku ne tenê ji nû ve vejandina çanda qedîm a van axan, ji nû ve vejandina kevneşopiyên me yên ku li ser dilsitandinê hatiye avakirin di heman demê de em berpirsyar in ku vê belavî hemû dinyayê bikin."