ANKARA
Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoglu, Serokê Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger û Muxalifên Sûriyeyê Ahmed Asî el Carba û heyeta li gel wî qebûl kir.
Davutoglu, destnîşan kir ku dê fitara xwe ya ewil bi malbata xwe re li Nîzîpa Gazîantepê vekin û wiha pê de çû: "Ev sê remezan e ku birayên me yên penaber li vir rojiyê digirin. Em hewl didin ku mêvanên me li vir remezaneke baş derbas bikin. Em hêvî dikin ku di demeke nêz de ew ê vegerin mal û welatên xwe û li wir cejna xwe bikin. Li Sûriyê veguherîneke li gor îradeya gel wê bibe cejneke rasteqîn."
Davutoglu diyar kir ku Koalîsyona Mûxalifên Sûriyê nûnerên gel ên yekane ne û karekî girîng dike û wiha pê de çû: "Înşellah ji bo birayên me yên Surî ev remezan wê bibe remezana dawîn ku bi vî şiklî dîsa êş û elemê nekşînin. Hêvî dikim ku bi bereketa remezanê di demeke kurt de birayên me yên Sûrî di nav hev de yekîtî û ligelheviyê pêk bînin."
Ahmed Asî el Carba jî diyar kir ku piştî hilbijartinên serokatiyê wan daxwaz kirine ku ewil Davutoglu ziyaret bikin û wiha got: "Em sipasiya hikûmeta Tirk û gelê Tirkiyê dikin. We di rojên me yên dijwar de em tenê nehiştin."
Piştî gotinên Carba yên: "Hûn pir baş in, ji ber vê em her tim tiştan ji we dixwazin, biborin." Davutoglu wiha got: "Bira ji birayan tiştan dixwazin, ev jî pir normal e."
Piştî axaftin û dîmenkişandinan hevdîtina wan bêyî çapemeniyê devam kir.