Arinç axaftina xwe wiha domand: "Di kanê de talûke heye. Ez wek însan dikarim vêya bibêjim. Di nav van şert û mercan de divê xebat neyê kirin. Li hemberî hemû tewdîrên ku hatine sitendin, pirsgirêkeke ku ji ber tiştekî pir biçûk biqewime û rê lê neyê girtin jî wê demê lazim e ku em kanê bigrin û tewdîrên din ên ku hewce dikin bifikirin."
Arinç ji bo îdiayên ku dibêjin Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan li Somayê di markêtekê de sîle li yekî xistiye jî got: "Birêz Serokwezîrê me tu kes nedaye ber kulman. Ew kesê ku dibêje sîle li min xistiye jî cara 4emîn e ku îfadeya xwe diguherîne û li ser qewsekî nasekine. Li cihê ku ez lê bûm min nedît ku serokwezîr yek da ber kulman. Gelo hûn çawa difikirin ku serokwezîrek dê yekî bide ber kulman?"
Alîkarê Serokwezîr Arinç ji bo Mişawirê Serokwezîr Yûsûf Yerkelê ku li Somayê welatiyekî dabû ber pihînan got: "Min dîmen temaşe kirin. Min bi xwe bûyer nedît. Dema ku meriv lê dinihêre di wêneyê de dibîne ku kesek li erdê ye, du peywirdarên parastinê ew kes zeft kirine. Ew kesê ku em qala wî dikin jî ew zilamê li erdê daye ber pihînan. Ev bûyereke pir sosret e. Ez nikarim bibêjim ku ev bûyereke rast û di cih de ye. Vî zilamê hanê çalakiyek kiriye, gelo çima kesekî li erdê dide ber pihînan?"