Haydar Şahin
26 Nîsan 2017•Rojanekirin: 26 Nîsan 2017
ANKARA
Wezîrê Dadê Bekir Bozdag der barê biryara Meclisa Parlamenter a Konseya Ewropayê (MPKE) ya li ser Tirkiyeyê da got, "Biryara MPKEyê şermezar dikim û red dikim. Eva biryara ku objektîf û adil nîne pêewlebûn û rêza ku nîşanî Konsêya Ewropayê û MPKEyê didin ji holê rakir."
Wezîr Bozdag di hesabê xwe yê Twîttera medyaya civakî da der barê biryara MPKEyê da daxuyanî da.
Bozdag diyar kir ku biryara MPKEyê ya ku dibêje Tirkiyeyê hildin kontrola siyasî neheqî ye û şaşiyeke dîrokî ye û biryar wekî "Înkarkirina nirxên Konseya Ewropayê û ji tundreviyê ra teslîmbûna MPKEyê" nirxand.
Wezîr Dadê Bozdag wiha pê da çû:
"Biryara MPKEyê şermezar dikim û red dikim. Eva biryara ku objektîf û adil nîne pêewlebûn û rêza ku nîşanî Konsêya Ewropayê û MPKEyê didin ji holê rakir. Me di vê biryarê da careke din durûtiya li dijî Tirkiyeyê, bêsemîmiyet, tevgera cotstandardî û negirtina sozên ku hatibûn dayîn dît."
Bozdag got dibê Yekîtiya Ewropayê (YE), Parlamentoya Ewropayê (PE), Konseya Ewropayê (KE) û MPKE bi çavekî ku dibîne va Tirkiyeyê bişopînin, bi guhên saxlem guhdarî bikin, objektîf binirxînin, heke wisa nekin ew ê nikaribin Tirkiyeyê rast û adil binirxînin, der heqê Tirkiyeyê da biryara rast bidin.
Wezîr Bozdag cih da van îfadeyan:
"Mixabin raporên ku dijberên Tirkiyeyê bi tesîra rêxistinên terorî va amade kirin tesîreke neyînî anîn serê têkiliyên Tirkiye-YE, Konseya Ewropayê, MPKEyê. Dibê em destûrê nedin ku xebatên xirabkirinê yên rêxistinên terorî û dijberên Tirkiyeyê van têkiliyan bi jehrê bixin. Dibê em têkiliyên Tirkiye-YE, Konseya Ewropayê û MPKEyê nekin qurbana dijberên Tirkiyeyê, rêxistinên terorî û neteweperestiyê. Dibê YE, Konseya Ewropayê û MPKE dev jê berdin û motanî berdevkê dijberên Tirkiyeyê û rêxistinên terorî tevnegerin, li dijî Tirkiyeyê adil û objektîf bibin. Ji bîr nekin gelê Tirkiyeyê mezin e û xwedîesalet e. Tirkiye dewleteke mezin a xwediyê kevneşopî, aborî, dîrok, hiqûq û demokrasiyê ye. Biryarên neheq tu carê nikarin zirarê bidin Tirkiyeyê û gelê Tirkiyeyê û rê bidin ber Tirkiyeyê."