Sevim Hatun
21 Hezîran 2017•Rojanekirin: 21 Hezîran 2017
ANKARA
Bi Biryarnameya Waliyan a di Rojnameya Fermî de hat weşandin 20 walî girtin navendê, 20 walî tayin kirin, ciyê 19 waliyan jî hat guhertin.
Alîkarê Wezîrê Karên Navxweyî Sebahattîn Ozturk girtin walîtiya navendê; Alîkarê Wezîra Malbat û Polîtîkayên Civakî Mehmet Ersoy, bû Alîkarê Wezîrê Karên Navxweyî.
Li biryarnameya tayinkirinê ya ku îro di Rojnameya Fermî de hat weşandin de ligel Alîkarê Wezîrê Karên Navxweyî Sebahattîn Ozturk 19 waliyên bajaran girtin navendê. Di nav waliyên ku girtin navendê de Waliyê Aydin, Denîzlî, Eskîşehîr, Malatya, Mugla, Sakarya, Samsun, Şanliurfa û Wanê hene.
Li gor biryarê Waliyê Agiriyê Musa Işin, Waliyê Amasyayê Salîh Işik, Waliyê Erdexanê Îbrahîm Ozefe, Waliyê Aydinê Omer Faruk Koçak, Waliyê Çankiriyê Mesut Kose, Waliyê Denîzliyê Ahmet Altiparmak, Waliyê Eskîşehirê Azmî Çelîk, Waliyê Îdirê Ahmet Turgay Alpman, Waliyê Karamanê Suleyman Tapsiz, Waliyê Meletiyê Mustafa Toprak, Waliyê Muglayê Amîr Çîçek, Waliyê Nîgdeyê Ertan Peynîrcîoglu, Waliyê Osmanîyeyê Kerem Al, Waliyê Sakaryayê Huseyîn Avnî Coş, Waliyê Samsunê Îbrahîm Şahîn, Waliyê Şanliurfayê Gungor Azîm Tuna, Waliyê Tokatê Cevdet Can, Waliyê Uşakê Ahmet Okur û Waliyê Vanê Îbrahîm Taşyapan girtin navendê.
- Waliyên nû hatin tayinkirin û waliyên ku ciyê wan hat guhertin
Bi biryarnameyê 20 walî hatin tayinkirin, ciyê 19 waliyan hat guhertin.
Waliyê Kilîsê Îsmaîl Çatakli bû Alîkarê Misteşarê Wezareta Karên Navxweyî; Waliyê Sêrtê Mustafa Tutulmaz, tayinê Walîtiya Afyonkarahîsar; Waliyê Bîlecîkê Suleyman Elban, tayinî Walîtiya Agriyê; Waliyê Bîngolê Yavuz Selîm Koşger, tayinî Walîtiya Aydinê; Waliyê Bayburtê Îsmaîl Ustaoglu, tayinî Walîtiya Bitlîsê; Waliyê Gîresûnê Hasan Karahan, tayinî Walîtiya Denîzliyê; Waliyê Kocaeliyê Hasan Basrî Guzeloglu, tayinî Walîtiya Diyarbekirê; Waliyê Mêrsînê Ozdemîr Çakacak, tayinî Walîtiya Eskîşehirê; Waliyê Diyarbekirê Huseyîn Aksoy, tayinî Walîtiya Kocaeliyê; Waliyê Zonguldakê Alî Kaban, tayinê Walîtiya Malatyayê; Waliyê Şirnexê Alî Îhsan Su, tayinê Walîtiya Mêrsînê; Waliya Kirklareliyê Esengul Cîvelek, tayinê Walîtiya Muglayê; Waliyê Afyonkarahîsarê Azîz Yildirim, tayinê Walîtiya Mûşê; Waliyê Mûşê Seddar Yavuz, tayinê Walîtiya Orduyê; Waliyê Orduyê Îrfan Balkanlioglu, tayinê Walîtiya Sakaryayê; Waliyê Tûnceliyê Osman Kaymak, tayinê Walîtiya Samsûnê; Waliyê Adiyamanê Abdullah Erîn, tayinê Walitiya Şanliurfayê; Waliyê Karabukê Mehmet Aktaş, tayinê Walîtiya Şirnexê; Waliyê Elazigê Murat Zorluoglu, tayinê Walîtiya Wanê; Waliyê Bitlisê Ahmet Çinar, tayinê Walîtiya Zonguldakê; Waliyê Navendê Mehmet Tekînarslan, tayinê Walîtiya Kilîsê; Alîkarê Waliyê Stenbolê Nurullah Nacî Kalkanci, tayinê Walîtiya Adiyamanê; Qaymeqamê Tavasê Osman Varol, tayinê Walîtiya Amasyayê; Midûrê Giştî yê Îdareyên Herêmî yê Wezareta Karên Navxweyî Mehmet Emîn Bîlmez, tayinê Walîtiya Erdexanê; Qaymeqamê Îzinîkê Alî Hamza Pehlîvan, tayinê Walîtiya Bayburtê; Sekreterê Giştî yê Şaredariya Kocaeliyê Tahîr Buyukakin, tayinê Walîtiya Bîlecîkê; Qaymeqamê Mamakê Alî Manti, tayinê Walîtiya Bîngolê; Qaymeqamê Akdenîzê Hamdî Bîlge Aktaş, tayinî Walîtiya Çankiriyê; Mişawîrê Hiqûqê Çetîn Oktay Kaldirim, tayinî Walîtiya Elezîzê; Qaymeqamê Nîzîpê Harun Sarifakiogullari, tayinî Walîtiya Gîresunê; Qaymeqamê Osmangaziyê Enver Unlu, tayinê Walîtiya Îdirê; Sermufettîşê Mulkiyeyê Kemal Çeber, tayinê Walîtiya Karabukê, Alîkarê Midûrê Giştî yê Personelan ê Wezareta Karên Navxweyî Fahrî Meral, tayinî Walîtiya Karamanê; Qaymeqamê Gazîosmanpaşayê Yaşar Karadenîz, tayinê Walîtiya Kastamonuyê; Qaymeqamê Bagcilarê Orhan Çîftçî, tayinê Walîtiya Kirklareliyê; Qaymeqamê Pendîkê Yilmaz Şîmşek, tayinê Walîtiya Nîgdeyê; Sermufettîşê Mişlkiyeyê Omer Faruk Coşkun, tayinê Walîtiya Osmanîye; Qaymeqamê Ezîneyê Alî Fuat Atîk, tayinê Walîtiya Sêrtê; Serokê Daîreya Karên Agahiyê yê Wezareta Karên Navxweyî Omer Toraman, tayinê Walîtiya Tokatê; Qaymeqamê KadikoyêTuncay Sonel, tayinê Walîtiya Tunceliyê; Qaymeqamê Sîncanê Salîm Demîr jî tayinê Walîtiya Uşakê hat kirin.