Li gorî daxuyaniya ku ji Qesra Sipî hat dayîn, Bîden û Barzanî li hev kirin ku li Iraqê di demeke kurt de li gorî makezagona Iraqê hikûmeteke nû ava bibe. Her wiha di axaftinê de hat gotin ku wezîfeya hikûmeta nû ya herî girîng ew e ku pirsgirêkên di navbera hikûmeta Bexda û Herêma Kurdistanê de hene li gorî makezagona Iraqê çarêser bike.
Li gor daxuyaniyê Bîden û Barzanî li ser lihevnekirina axê sekinîn û wiha hat gotin: "Li Iraqê heke ku li ser lihevnekirina axê pirsgirêk hebe, divê bi awayekî adil bi hemû gelê Iraqê re îstişare bê kirin û pirsgirêk bê çareserkirin."
- Bîden bi Nûceyfî re jî axivî
Ji hêla din ve Qesra Spî ragihand ku Bîden bi Serokê Meclîsa Iraqê yê berê Ûsama en-Nûceyfî re jî bi têlefonê axivî.
Di hevdîtinê de Bîden ragihand ku DYAyê di şerê navbera Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) û artêşa Iraqê de li bal Iraqê ye.