GAZÎANTEP
Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Çelîk, ji bo helwesta Sekreterê Giştî yê Rêxistina Hevkariyê ya Îslamê Ekmeleddîn Îhsanoglu got: "Ew ji nav me derket û bi saya siyaseta îro bû serokê rêxistineke evqas girîng. Lê mixabin ku divê helwest û performansa wî ne wiha bûya."
Çelîk, li Balafirgeha Gazîantepê got ku Îhsanoglu bi saya hewldanên Wezîrê Karên Derve yê wê demê û Serokomarê niha Abdullah Gul hatiye hilbijartin û wiha dewam kir: "Helbet rêxistin ji 57 welatan pêk tê lê Ekmeleddîn Îhsanoglu bi însiyatîfa xwe û bi însiyatifa sekreteriya rêxistinê dikare gelek tiştan li wir bike. Rêxistin bicive yan necive, welatên misilman di vê mijarê de helwesta Tirkiyê bişopînin an neşopînin, ev tiştekî din e. Îhsanoglu wek profesorekî, wek zanayekî, wek akademîsyenekî ku li Ezherê xwendiye, dikare pozisyona xwe ya şexsî nîşan bide."
Çelîk, diyar kir ku Îhsanoglu ji rojên pêşî ve ji derbeyê re negotiye "derbe" û îtiraza wî jî ji bo vê yekê ye.
Çelîk got ez hêvî dikim ku rêxistin piştî niha çalaktir bibe û Îhsanoglu jî wezîfeya xwe bîne cih.