15 Mijdar 2015•Rojanekirin: 17 Mijdar 2015
ANTALYA
Civîna Serokên G20î ku nûnerên 20 welatan û welatên vexwandî beşdar bûn, dest pê kir. Li dinyayê aboriya herî xurt ya van welatan e. Tirkiye mazûvaniya vê civînê dike.
Civîn di dewra serokatiya heyama Tirkiyeyê da çêdibe û Anadolu Agency wek xwediyê malê wezîfeya wênekişandinê hildaye ser xwe. Ji bilî welatên G20î, Azerbaycan, Îspanya, Malezya, Senegal, Sîngapûr û Zîmbabve wê wê di civînê da cih bigrin.
Sê mijarên sereke yên civîna îsal di çarçoveya pêdiviyên sereke yên Tirkiyeyê da wek "şimûlî, veberhênan û sepan"ê hat kifşkirin. Di çarçoveyê da mijarên ku wê werin nîqaşkirin wiha ne: Xurtkirin û şimûlîkirina aboriya kurewî, xurtkirina tevkarî û diyaloga navbera G20ê û welatên ku pêş dikevin, pêşketina domdarî, zêdekirina veberhênanan, sepandin û şopandina biryarên ku wê hatin dayîn.
Serokomar Erdogan serok pêşwazî kirin û civînê dest pê kir. Piştî ku wêne hatin kişandin, bername wê bi civîna "Pêşketin û Guhertina Demsalê" va bidome. Erdogan wê di çarçoveya civînê da bi Serokê Amerîkayê Barack Obama, Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel û hin serokên dewlet û hikûmetan ra hevdîtinan bike.
Ji bilî rûniştinên bernameya civînê, bi sernava "Jin-20"î koma nirxandina mijaran ku ev kom di dewra serokatiya heyamê ya Tirkiyeyê da dest pê kir, wê di civînê da di cih bigre. Emîne Erdogana jina Serokomar Erdogan wê di Panela Jinên Penaber da axaftina vekirinê bike.
Serokwezîr Ahmet Davutoglu wê ji bo serok û jinên wan resepsiyonê bide û piştî vê bi mazûwaniya Serokomar Erdogan şîv wê bê dayîn û di şîvê da wê mijara "Ceribandina Kurewî: Terorîzm, Qeyrana Penaberan" were nîqaşkirin.
- Roja duyemîn
Di roja duyemîn a civînê da di rûniştina bi navê "Xurtkirina Qewîkirin"ê da wê li ser verastkirinên fînansal, rojeva bacê ya navneteweyî, têkoşîna gendeliyê û reforma ÎMFê bisekinin. Di firavînê da jî wê li ser mijarên bazirganî û vejenê bisekinin û Plana Xebatê ya Antalyayê wê were qebûlkirin.
Di 2016an da Serokatiya Heyama G20ê Çîn dike. Civîn wê bi pêşkêşiya Serokê Dewleta Çînê Şî Cînpîng va kuta bibe.
Serokomar Erdogan wê civîna çapemeniyê li dar bixe û encamên civînê ragihîne raya giştî ya dinyayê.