Serokwezîr Ahmet Davutoglu Sererkan Orgeneral Necdet Ozel û Misteşarê MÎTê Hakan Fîdan li meqamê xwe qebûl kir.
Davutoglu pêşiyê li Avahiya Fermî ya Serokwezîriyê bi Misteşarê MÎTê Hakan Fîdan ra hat bal hev.
Çapemenî hilnedan civînê û dema ku hevdîtinê dewam dikir Wezîrê Karên Navxweyî Sebahattîn Ozturk jî hate Avahiya Fermî ya Serokwezîriyê. Wezîr Ozturk demekê li avahiyê ma paşê ji avahiyê derket.
Paşê Sererkan Orgeneral Necdet Ozel jî hate Avahiya Fermî ya Serokwezîriyê. Hat ragihandin ku Serokwezîr Davutoglu bi Sererkan Orgeneral Necdet Ozel û Misteşarê MÎTê Hakan Fîdan ra civîn kir.
Civîna ku çapemenî hilnedanê demekê şûn da bi dawî bû.