ANKARA
Buroya Çapemeniyê ya HDPyê der heqê axaftina Hevseroka Giştî ya HDPyê Fîgen Yuksekdagê da daxuyanî da û di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Gotinên ku 'wê di nav du hefteyan da mizakere dest pê bikin' nehatine gotin."
Di daxuyaniya nivîskî ya Buroya Çapemeniyê ya HDPyê da wiha hat gotin: "Hevseroka Giştî ya HDPyê Fîgen Yuksekdagê îro li Meclisê di civîna çapemeniyê da pirsên der heqê Pêvajoya Çareseriyê da bersivand. Hin bersivên Yuksekdagê di çapemeniyê da hatin berevajîkirin û wekî ku 'wê di nav du hefteyan da mizakere dest pê bikin' hatin nîşandan. Yuksekdagê di axaftina xwe da destnîşan kir ku ji bo Pêvajoya Çareseriyê pêşva here, divê demildest mizakere dest pê bikin. Di axaftina xwe da bangî hikûmetê kir ku gavên berbiçav bên avêtin. Gotinên ku 'wê di nav du hefteyan da mizakere dest pê bikin' nehatine gotin."