06 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 06 Rêbendan 2017
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu der barê îxlalkirina agirbesta li Sûriyeyê da got, "Dibê ceza bidin aliyên ku agirbestê îxlal dikin, ku wisa nebe nikarin vê kontrol bikin û pêvajoya siyasî ya Astana û Cenewreyê nikarin bidin destpêkirin."
Çavuşoglu li Navenda Gişkî ya Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê bi Sekreterê Gişkî yê NEyê Antonîo Guterresê ku di 1ê rêbendanê da dest bi wezîfeyê kir ra axivî.
Çavuşoglu beriya hevdîtinê pirsên rojnamevanan bersivand û diyar kir ku li Sûriyeyê komên alîgirê rejimê agirbestê îxlal dikin.
Wezîr Çavuşoglu got ji bo ku hevdîtinên pêvajoya siyasî yên li Astanayê û paşê jî li Cenewreyê bên kirin dibê li tevahiyê Sûriyeyê agirbest dewam bike.
Çavuşoglu diyar kir ku rêxistinên terorê yên wekî DEAŞ û el-Nusra tevlî agirbestê nabin û got ku divê rejim û mixalif li gor peymana agirbestê tevbigerin.
Çavuşoglu li ser pirsa li dijî binpêkirina agirbestê wê çi bên kirin jî wiha xeberda: "Em li ser vê mijarê dixebitin. Ji bo şopandina agirbestê li Enqere û Moskovayê du navend hatine avakirin. Em di vê mijarê da Moskovayê agahdar dikin. Divê pêşî li ber were girtin, lewra heger neyê kontrolkirin pêvajoya siyasî ya li Astana û Cenewreyê dest pê nake. Em dixebitin. Dibe ku Konseya Ewlehiyê yan jî Neteweyên Yekbûyî tiştekî bike. Divê Konseya Ewlehiyê di mijara binpêkirina agirbestê da biryareke din bide."