Alîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş li Balafirgeha Samsunê daxuyanî da rojnamevanan.
Kurtulmuş behsa îdiayên Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş ên der barê pevçûnên li Agiriyê kir û got ku beriya hilbijartinê divê Demirtaş û HDPyî di axaftinên xwe de baldar bin.
Kurtulmuş axaftina Demirtaş rexne kir û wiha got: "Ez birêz Demirtaş û hemû hevalên ji HDPyê re pêşniyaz dikim ku bila beriya hilbijartinê di axaftinên xwe de baldar bin. Ev axaftina wî pir xelet, nebaş û derew e. Ji vir pê ve ya ku dikeve li ser milê HDP û hemû siyasetmedaran ew e ku di nav rewşa hilbijartinê de bila rageşiyê kêm bikin. Ji bo ku kes, alî û komên ku dixwazin provokasyonê bikin û di rêyeke wiha bidin li ber xwe bên astengkirin, divê zimanê aştiyê bê bikaranîn."
- "Pêvajoya çareseriyê ji siyasetê zêdetir pêvajoyeke mirovî ye"
Li ser pirsa "Îdia hene ku AK Partî ji bo ku rayên xwe zêde bike ev êrîş daye kirin hûnê çi bibêjin?" wiha axivî: "Ev gotin wisa xelet û nebaş e ku ka em niha vê çawa sererast bikin. Gotineke wisa ye ku nayê sererastkirin jî."
Kurtulmuş got ku pêvajoya çareseriyê dema Serokomar Recep Tayyîp Erdogan Serokwezîr bû dest pê kir û wiha axivî: "Wê demê bi barekî giran û rîskeke mezin a ku bibe sedema kêmbûna rayan me dest bi pêvajoyê kir. Em ji serî pê ve dibêjin ku pêvajoya çareseriyê ne bi tenê ji bo nêrîneke siyasî, yan jî 'ka em vê pêvajoyê temam bikin bila 3 an 4 pûanên me yên siyasî zêde bin' tê meşandin. Hûn nikarin li dû berjewendiyan herin. Ev pêvajo pêvajoyeke mirovî ye. Belê siyasî ye, lê ji wê zedetir pêvajoyeke mirovî ye."
- "Di vê pevajoyê de diayê gel heye"
Kurtulmuş got ku di vê rêyê de gavên mezin hatine avêtin û wiha axivî: "Di rojên herî nebaş û tarî de jî me negot 'gelo rîskek wê çêbe?' û me tu fikar nekir. Di rojên baş de jî me negot 'çi xweş ev kar diqede û em ê ji vir çend puanên siyasî qezenc bikin'. Nêrîneke me ya rantê an jî rîskê tune. Em pêşniyar dikin ku bila ya kesî jî tunebe. Di vir de bi tenê diaya gel heye, dawîkirina rondikên çavên dayikan heye. Heke ev pêvajo bi serkeftî biqede, di vê de îzna Xwedê heye. Yanî em bi vî awayî meseleyê dinêrin û hêvî dikin ku di demeke kin de ev pêvajo biqede û hemû niqaş dawî bibin."
Kurtulmuş piştî daxuyaniyê ji bo ku beşdarî hin bernameyan bibe çû Orduyê.