Serokwezîr Ahmet Davutoglu li Kampa Dibistana Herêmê ya Leylî ya li Sirûcê xîtabî kurdên kobanêyî yên ku xwe sipartin Tirkiyeyê kir.
Davutoglu bi kurdî dest bi xeberdana xwe kir û got "Hûn bi xêr hatin xwişk û birayên min ên kobanêyî. Kobanê mala me, Tirkiye jî mala we ye. Em ji malbata we ne. Bila roja we bi xêr be, we bi xwe re xêr anî. Tirkiye mala we ye, em bi sedan sal bi hev re jiyan. Êşa we êşa me ye jî. Kêfxweşiya we kêfxweşiya me ye jî. Mala me, sînorên me lê ya herî girîng dilê me heta dawiyê ji we re vekiriye."
Davutoglu got ku di nav van 3 salên dawîn de ji Sûriyeyê kurd, ereb û tirkmen bi tevahî milyonek û 650 kes hatin Tirkiyeyê û Tirkiyeyê bi mihabet pêşwaziya van kesan kir û diyar kir ku ji Kobanêyê jî di 17 û 19ê cotmehê de di navbera 3 rojan de 134 kes hatin Tirkiyeyê.
Serokwezîr Davutoglu got "Bi xêr hatin. Niha 192 hezar birayên me yên kobanêyî li Tirkiyeyê ne. Bizanin ku Tirkiye mala we ye, hêlîna we ye. Hemû welatiyên me jî birayên we yên helal in."
-Navê "Afad"ê li wan kirin
Davutoglu qal kir ku kêlikek berê li konekî 3 bebikên rûgulî dîtin û got ku dayika bebikan ji ber minetdariya xwe ya ji bo Serokatiya Birêvebiriya Rewşa Acîl û Bobelatê (AFAD) navê "Afad"ê li wan kir.
Seorkwezîr Davutolgu axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Ev vê yekê nîşan dide, Sirûc û Kobanê, Tirkiye û Sûriye, Heleb û Riha bira ne û dê wek bira bimînin. Em vir ji dil mazûvantiya we dikin, em vê yekê careke din teyît dikin ku înşallah dê rojek Kobanê ji van êrîş û tehdîdan xilas bibe û dê hûn jî vegerin malên xwe. Hûn heta wê demê jî mêvanên me ne, hem li welatê me, hem di dilê me de hem li bajarên me û hem jî li welatê me ser serê me cihê we heye. Bifikirin ku me mazûvantiya 134 hezar birayên xwe yên kurdên kobanêyî kir, ev peywira me ye. Jimara penaberên ku di nav 3 salan de xwe sipartin hemû Ewropayê ji 134 hezarî kêmtir e. Ji ber ku em bira ne û em dê heta hetayê wek bira bimînin. Cihê her sûriyeyî, kurd, ereb û tirkmenekî di dilê me de cuda ye. Înşallah piştî ku dîsa li Sûriyeyê aştî çêbû her yek ji we dê bibin nûnerên Tirkiyeyê yên li wir."
Davutoglu da zanîn ku spasiya welatiyên sirûcî û rihayî yên ku mazûvantiya kesên ji Kobanêyê kirin, dikim û wiha axivî: "Ev rojên dijwar derbas dibin lê biratiya ku di van rojan de hat nîşandan naye jibîrkirin. Xwedê Kobanêyê û birayên me yên kobanêyî biparêze. Xwedê vegerîna malê nesîbê we hemûyan bike. Wekî hemû bajar û bajarokan Kobanê jî ji bo me emanetê dîrokî ne. Em bi biryar in ku xwedî li vî emanetî derkevin."
Davutoglu axaftina xwe bi gotinên kurdî yên wekî "Hûn dîsa bi xêr hatin, di nav xêrê de hatin xwişk û birayên min ên kobanêyî." Di vê navberê de hemû axaftina Davutoglu wergerandin kurdî.
Serokwezîr Davutoglu pêşdibistana ku li konekî xizmetê dide jî geriya û zarokên vir ji bo Davutoglu stranên kurdî û tirkî gotin.
Midûrê Giştî yê Enformasyon, Weşan û Çapemeniyê Cemalettîn Haşîmî, Ehmed û Zehra Atiyeya kobanêyî bi Serokwezîr Davutolgu da nasandin. Davutoglu û xanima wî Sare Davutoglu bi jin û mêrik re hinekî sohbet kir.
Zehra Atiye di dema sohbetê de giriya û gote Sare Davutogluyê ku piştî em vegeriyan Kobanêyê werin bibin mêvanên me û Davutogluyê jî daweta wan qebûl kir.