Balyozê DYAyê yê Ankarayê Francîs Rîccîardone der barê hevkariya vejenê ya di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF) de wiha got: "Em dixwazin ku hikûmeta Iraqê ji bo peymanên di navbera Tirkiye û HKIFê de dilxweş bibe. Duh Wezîr Yildiz çû Bexdayê û ev tiştekî gelek baş e. Ez hêvîdar im ku di vê mijarê de pêşketinek pêkbê."
Rîccîardone beşdarî resepsiyona ku ji bo roja neteweyî ya Polonyayê hat dayîn bû û li vir pirsên rojnamevanan ên der barê rojevê de bersivandin. Rîccîardone destnîşan kir ku der barê hevkariya vejenê ya di navbera Tirkiye û HKIFê de li holê gelekî agahî hene û bi bîr xist ku duh Wezîrê Vejen û Çavkaniyê Sirûştî Taner Yildiz çûye Erbîl û Bexdayê. Rîccîardone diyar kir ku çapemeniyê dişopînin û wiha got: "Heke ku Yildiz zivirî, em ê zêdetir agahiyan bi dest bixin. Polîtîkaya me bi heman awayî didome."
Rîccîardone diyar kir ku dixwazin petrol û gaza Iraqê bikeve bazarên navteweyî û wiha axivî: "Ev tiştekî gelek baş e. Di navbera Tirkiye û HKIFê de xetên boriyê hene. Helbet em dixwazin ku bila hihûmeta Iraqê ji bo peymanên di navbera Tirkiye û HKIFê de bextewar bibe. Duh Wezîr Yildiz çû Bexdayê û ev tiştekî gelek baş e. Ez hêvîdar im ku di vê mijarê de pêşketinek pêkbê."
Rîccîardîone pirsa DYA jî tevlî vê diplomasiyê bûye yan na jî wiha bersivand: "Helbet em bi dostên xwe re him li ser vê mijarê him jî di yên dinê de di nav têkiliyê de ne. Em her dem dibêjin, ji bo berjewendiyên taybet divê Ankara, Bexda û Erbîl di nav têkiliyên nêz de bin û ev gelekî girîng e."