ÎSTANBUL
Yalçin Akdoganê Alîkarê Serokwezîr der barê pêvajoya çareseriyê da wiha got: "Em ji bo ku xebatên çekdanînê bilez bin, bêçalakiyek pêk bê û siyaseke demokratîk bê meşandin vê daxuyaniyê girîng dibînin."
Akdogan û Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala, Cîgirserokên koma HDPê Perwîn Buldan, Îdrîs Baluken û Parlementerê HDP yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder li Ofêsa Serokwezîriyê ya Dolmabaxçeyê hatin bal hev.
Akdogan di piştî hevdîtinê daxuyanî da û diyar kir ku di pêvajoya çareseriyê da gihîştin asteke girîng, heyeta HDPyê do çû Îmraliyê û li wê derê hevdîtinek kir.
Yalçin Akdogan got ku di Lijneya Pêvajoya Çareseriyê ya di serokatiya Serokwezîr Ahmet Davutoglu da asta ku xwe gihandinê nirxandin û wiha axivî: "Em ji bo ku xebatên çekdanînê bilez bin, bêçalakiyek pêk bê û siyaseke demokratîk bê meşandin vê daxuyaniyê girîng dibînin."
Akdogan destnîşan kir ku ev 12 sal e wek îqtidara AK Partiyê her tim dibêjin "Bira dayik negrîn, xûn nerije" û di vê mijarê da şoreşeke bêdeng pêk anîn û ji bo çareseriya hemû pirsgirêkan jî siyasetê salix didin.
Yalçin Akdogan bal kişand ku demokrasî hatiye asteke wisa ku meriv dikare li ser her tiştî biaxive, nîqaşan bike û pirsgirêkan çareser bike û wiha pê da çû:
"Ji bo ku demokrasiya hê jî pêş keve eşkere ye ku divê hemû aliyên civakê, partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl dest bidin hev. Çekdanînê lezê bide pêşvaçûnên demokratîk. Li ser hin xalan ev bi salan e tê axaftin û xal tên nirxandin. Divê ji îro şûnda jî bi xwe bawer bin, nîqaşan bikin, biaxivin. Jixwe li ser erdê tiştên ku nehatin axaftin jî tunin. Di demokrasiyê da fikir, siyaset û polîtîkayên ku gel piştgiriyê didê, mezin dibin. Em jî dixwazin bi diayên gel û alîkariya gel pêvajoya çareseriyê bigihînin encamê. Qanûna Bingehîn a nû jî ji bo çareserkirina pirsgirêkan derfet û firsendeke mezin e.
Wek ku birêz Serokomarê me jî dibêje, pêkanîn girîng e. Di vê çarçoveyê da bi niyêta semîmî û awayekî bibiryar divê li pêvajoyê xweyî derkevin, hemû civak piştgiriyê bide vê. Divê bi awayekî demokratîk pirgirêk bên çareserkirin."
- "Her tişt ji bo Tirkiyeyê"
Yalçin Akdoganê Alîkarê Serokwezîr got heke Tirkiye pirsgirêkên xwe yên girîng çareser bike yê bibe hêzeke herîmî û kurewî, pêvajoya çareseriyê zor e, meriv nikare ji êvarekê hetanî şeveqê çareser bike.
Akdogan wiha got: "Em bawer dikin ku em ê bi biryar, bi wêrekî û semîmiyetê bigihêjin encamê. Wek ku em her tim dibêjin 'Em bi hev ra Tirkiye ne' û 'Her tişt ji bo Tirkiyeyê'."