Nihat Kavşut
14 Hezîran 2017•Rojanekirin: 15 Hezîran 2017
ANKARA
Kemal Kiliçdarogluyê Serokê Giştî yê CHPyê li Navenda Giştî ya CHPyê piştî civîna derasayî ya Lijneya Rêveberiya Navendî ya CHPyê daxuyaniya çapameniyê da.
Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu der barê biryara girtinê ya ji bo Enîs Berberogluyê Parlamenterê Stenbolê da hat dayîn da wiha got: "Em ji pêvajoyeke wisa derbas dibin sûcdar nayên darizandin, lê însanên mesûm tên darizandin û hepiskirin. Heger hin kes dereqanûnî çekan bibin derva divê ew bên darizandin. Lê wê roj were ew jî bên darizandin."
Kiliçdaroglu diyar kir Enîs Berberoglu salên xwe daye azadiya çapemenî û medyayê û û wiha axivî: "Li holê tu dane û delîl tunene û 25 sal ceza tê dayîn. Li gor kîjan hişmendî û hiqûqê? Em vê qetiyen qebûl nakin. Kesên ev biryar dane wê di binê vê biryarê da bimînin."
Serokê Giştî yê CHPyê Kiliçdaroglu destnîşan kir cara ewil e li Tirkiyeyê tabloyeke wiha çêdibe û wiha peyivî: "Ez ê sibê di saet 11.00an da li Guvenparkê bim. Di destê min da wê tenê afîşek hebe. Li serê wê 'Edalet' binivîsîne."
Civîna derasayî ya Lijneya Rêveberiya Navendî ya CHPyê ya piştî ji ber bûyera sekinandina TIRên MÎTê der barê Enîs Berberogluyê Parlamenterê Stenbolê da biryara girtinê hat dayîn kom bûbû.