Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Ahmet Davutoglu beşdarî mitînga partiya xwe ya mezin a Stenbolê hat lidarxistin bû.
Davutoglu got: "Em dibêjin em ê bibin desthilatdar. Gelo em çima dixwazin bibin desthilatdar? Helbet ji bo xizmeta miletê xwe. Ew dibêjin 'em ê rê li ber we bigrin.' Ferqa di navberê de çi ye hûn dizanin? Em pêşengên siyasetê ne. Em kirde ne. Îdiayên me, hedefên me hene. Ew objeyên siyasetê ne."
-Rêxistina parelel
Davutoglu wiha dewam kir: "Ew dozgerên rêxistina parelel ên ku xwestibûn di 17-25ê kanûnê de derbeyek bikin û ji wezîfeyê hatibûn hildan, ew roj gotibûn ku 'Ew ê aqûbeta vana jî wek ya Adnan Menderes be.' Yanî min û Serokomarê me nîşan didin, dibêjin dê dawiya we jî wek ya Menderes be. Hey xafilan heke Xweda şehadetî kiribe para me, ji bo miletê xwe, ji Xwedayê xwe, em ê bêguman ji hezretî Ezraîl re bibêjin ve aleykumselam."
-"Ew kesên ku ji bo Mûrsî biryara îdamê dan dê di nav rûpelên dîrokê de winda bibin"
Davutoglu der heqê dardekirina Mûrsî da wiha xeberda: "Çawa ku îro li Tirkiyeyê navê Salîm Başolê ku ji bo Adnan Menderes cezayê dardekirinê da nayê hildan, dê deh sal şûnde navê wan kesên ku ji bo Mûrsî biryara dardekirinê dan jî neyê hildan. Lêbelê navê Mûrsî û hevalên wî her tim bê bîranîn."
-"Dixwazin rê li ber me bigrin"
Serokwezîr Davutoglu axaftina xwe wiha domand:
"Ew kesên ku dixwastin Tirkiyeyê bikin defikê, dîtin ku Tirkiye her diçe bi hêz dibe, deynê xwe yê ji ÎMFyê re da. Dîtin ku Tirkiye ne tenê ji bo xwe ye, ji bo hemû welatiyên xwe hembêza xwe vedike, alîkariyê dide hemûyan. Ji ber vê jî niha dixwazin rê li ber me bigrin. Dîtin ku nikarin wek derbeya li Misirê hat kirin, li Tirkiyeyê bikin. Ji bo vê hewl didin ku di 7ê hezîranê de defikan çêkin. Ma hûnê destûrê bidin wan? Tirkiye êdî rabû. Nikarin rê li pêşiya me bigrin û me bidin sekinîn."
Davutoglu got em ê şert û mercên birayên xwe yên ku teqawîtbûne baştir bikin û wiha pê de çû: "Berî hilbijartinê jî piştî hilbijartinê jî me tu caran tiştekî ku em nikaribin bi cih bînin wehd nekir. Înşallah em ê di demeke kurt de ji bo şert û mercên birayên me yên teqawîtbûyî jî hin guherînan bikin."