ANKARA
Serokomar Erdogan ji bo sala nû peyama pîrozbahiyê da. Erdogan di peyama xwe de diyar kir ku sala 2014an li paş ma û got ku em bi kelecan û hêviyên xwe amade dikin û dikevin sala nû.
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku di sala 2014an de digel provokasyon û hewldanên sabotajê, Pêvajoya Çareseriyê ango projeya me ya bi navê Yekîtî û Biratiya Neteweyî di çarçoveya armacên xwe de bi biryarî pêş ket û wiha got:
"Ez dixwazim bibêjim ku Tirkiye bi taybetî di Pêvajoya Çareseriyê de wê bi tu awayî destûrê nede gefan, li hember şantajê serê xwe netewîne û tu carî destûrê nede bifirtiyê."
Serokomar Erdogan di peyama xwe de destnîşan kir ku bira sala 2015an ji bo gel û dewleta me û mirovahiyê bi xêr û bereket be û wiha dewam kir: "Diaya min ji Xwedayê rebê alemê ew e ku bira sala 2015an li welatê me û li dinyayê ji bo aştî, biratî û hevkariyê bibe wesîle. Bira sala 2015an di nav hizûr, aramî, tenduristî û bereketê de derbas bibe."
Erdogan diyar kir ku di sala 2014an de li Sûriye û Iraqê êş û trajediyên mezin çêbûn û wiha dewam kir: "Her çiqas dinya li hember êş û trajediya li Sûriye û Iraqê bêdeng ma jî ji bo ku li Sûriye û Iraqê aştî pêk were çi ji destê me hat, me kir û em ê tim bikin jî. Em deriyên xwe ji penaberan re vedikin û çi bikeve ser milê me, dikin."
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku yên dixwazin gel û Tirkiyeya mezin tevlihev bikin û ji armancên wê dûr bixin û wiha dewam kir: "Bêbextên di nav me de û neyarên li derveyî welêt wê carna hewl bidin de ku pêşî li ber avakirina Tirkiyeya mezin bigirin û nehêlin Tirkiye li herêma xwe û li dinyayê bibe hêzeke mezin. Em ê rênedin bêbextan û nexapin. Em ê serê xwe li ber hêzên ku piştgiriyê didin bêbextan netewînin."