10 Hezîran 2016•Rojanekirin: 11 Hezîran 2016
VAN
Serokwezîr Bînalî Yildirim li Xaçerêya Kînyas Kartal di merasima vekirina komî û merasima xîmavêtinê de xitabî welatiyan kir.
Yildirim got "Di van rojên remezanê yên mibarek ên ku em manewiyatê dijîn de ez ji Xwedê ji bo welat û gelê me aramî û biratiyê dixwazim."
Yildirim destnîşan kir ji bo ku Wanê bikin navenda cazîbeyê wek pêngava ewil Tesîsa Kaşûnê ya Abaliyê xistin xizmetê, Navenda Kongre û Fûarê ya Tûşbayê xilas kirin, Muzeya Urartuyê temamkirin û nirxandina "Karê me zehf e, tu wextê me yê beredayî tune. Em ê li Wanê gelekî xizmetan bikin. Bila qet fikara we di vê mijarê de tunebe" kir.
Serokwezîr Yildirim destnîşan kir ku rêbeja Wan-Yuksekova-Hekarî ya bi qasî 203 kîlometro dirêj dê bikin rêyên bi şerît û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Di vê rêyê de hûn dizanin ku di dema xebatê de çi qas makîneyên kar şewitîn, kesên ku wir dixebitiyan çi qas hatin tacîzkirin, hatin revandin lê ew hewl didin çi bikin bila bikin qet meraq nekin em ê bi înad yek bi yek xizmetan bibin Wanê, Hekariyê û çar aliyê Tirkiyeyê înşeallah."
- "Em ê tu carî musamaha nekin"
Yildirim got ku "400 trîlyon pere ji Şaredariyê re tê, çi xizmet tê Wanê ez ji we dipirsim? Ev 400 trîlyon pere ku ve çû? Ma hûn dizanin ku bi ku ve çû, em ê hesaba vê ji dev û pozê wan re bînin. Qet û tu carî em ê musamaha nekin."
Yildirim got "Ez bangî kesên ku derdixînin çiyê dikim. Ey ciwanno, werin dev ji vê rêya bêhêvî berdin, dev ji vê serpêhatiya ku dawiya wê tune berdin, demildest vegerin mala xwe ya germ, ba dê û bavê xwe" û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Ew destê germ ê ku dewleta we dirêjî we kiriye bigirin. Em dest bidin destê hev, bi hev re ji bo Tirkiyeyekî xweşiktir bi pêngavên jixwebawer pêş bikevin. Ciwanên ezîz di dafikên terorê de emrê xwe nedin û heder nekin. Werin êdî. Niha wext ew wext e ku bi aştî û biratiyê mil bidin hev û bi pêngavên jixwebawer pêş bikevin."