DIYARBAKIR
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Herêma Kurdistana ıraqa Federal (HKIF) Mesud Barzanî di merasîma mehra komî de şahidiya 400 bûk û zavayan kirin.
Serokê HKIFyê Mesuûd Barzanî, Arîkarên Serokwezîr Bulent Arinç, Bekîr Bozdag û Beşîr Atalay, Wezîra Polîtîqayên civakî û Malbatê Fatma Şahîn, Wezîrê Yekitiya Ewropayê û Sermuzakerevan Egemen Bagiş, Wezîrê Xurek, Çandinî û Ajalvaniyê Mehdî Eker, Wezîrê Karên Avê û Daristanê Veysel Eroglu, Wezîrê Deryavanî, Gihandin û Ragihandinê Bînalî Yildirim, Wezîrê Perwerdeyê Nabî Avci, Arîkarên Serokê Giştî yên AK Partiyê Mevlut Çavuşoglu û Guldal Akşît, parlementerên Diyarbekirê û bajarên derûdor, Musteşarê Serokwezirtiyê Efkan ala, Waliyê Diyarbekirê Mustafa Cahît Kiraç, hunermend Şivan Perwerê ku piştî 37 salan hat Tirkiyeyê û Îbrahîm Tatlises beşdarî merasîma mehrbirinê ya li Hêwana Werzişê ya Girtî ya Zanîngeha Dîcleyê bûn.
Beriya merasîma mehrbirînê hunermendê muzîka gel û Koma Muzîkê ya Konservatuvara Zanîngeha Dîcleyê Bedrî Ayselî stranên tirkî û kurdî gotin. Wezîrê Xurek, Çandinî û Ajalvaniyê Mehdî Eker, hunermend Şivan Perwer, Parlementera AK Partiyê ya Wanê Gulşen Orhan û hin parlementerên din jî bi Ayselî re strana " Ay Dilberê" gotin.
Di merasîma mehrbirînê de anonsên kurdî û tirkî hat kirin. Serokwezîr Erdogan, Serokê HKIF Barzanî, Wezîra Polîtîqayên civakî û Malbatê Fatma Şahîn, Wezîrê Xurek, Çandinî û Ajalvaniyê Mehdî Eker û Parlementera Serbixwe ya Diyarbekirê Leyla Zana şahidiya bûk û zavayên ku şûna 400 bûk û zavayan hatin li ser dikê, kirin.
Serokwezîr Erdohan ji bûk û zavayan re got ku bila çar zarokan çêkin.
-" Perwer û Tatlises stranên bi kurdî û tirkî gotin"
Di merasîma mehrbirînê de Şivan Perwer û Îbrahîm Tatlises derketin li ser dikê û bi kurdî û tirkî bi bûk û zavayan re axivîn. Pişt re her du hunermendan bi hev re stranên xwe yên ku jê tê hezkirin, gotin.
- " Erdogan û Barzanî vebûna mizgeftê kirin"
Serokwezîr Erdogan û Serok Mesûd Barzanî piştî merasîma mehrbirîna giştî, vebûna Mizgefta Sepanan Ya Fakulteya Îlahiyatê ya li Kampusa Zanîngeha Dîcleyê, kirin.
Erdogan got ku bila Mizgefta Sepanan ji bo hemû xwendekar û akademîsyenan bi xêr be û spasiya wan kesên ku di çêkirina mizgeftê de ked dane, kir.
Serokwezîr Erdogan got " Ya Xweda, Bismillah" û kurdelayê bi Serok Barzanî, Arîkarê Serokwezîr Bekîr Bozdag, Wezîrê Karên Hûndir Muammer Guler, Wezîrê Xurek, Çandinî û Ajalvaniyê Mehdî Eker, hunermend Şivan Perwer, Rektorê Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Ayşegul jale Saraç û Dekanê Fakulteya Îlahiyatê Prof. Dr. Abdulkerîm Unalan bi hev re birîn.
Erdogan û Barzanî piştî vebûnê, bi lijneya bi wan re mizgeftê geriyan û bi heman wesayîta meqamê ji wir derketin.