Hevseroka Giştî ya HDPyê Fîgen Yuksekdagê îdia kir ku maweya kesên ku digotin "Kobanê hema hema dê bikeve" di dîrokê de temam bû û got ku "Serokwezî piştî ku serkeftina Kobanêyê hat îlankirin, silavan dişîne Kobanêyê. Li kesê ku silav dide nenêrin, li kesên ku silavan dide şandin binêrin. Ev gel silavan dide şandin."
Cîgirseroka Koma HDPyê Pervîn Bûldanê Komcivîna TBMMyê ya HDPyê vekir û diyar kir ku Kobanê ji çeteyan hat rizgarkirin, li ser vê yekê kesên di hêwanê de çepikan lê xistin û dirûşmeyên kurdî berz kirin.
Hevseroka Giştî ya HDPyê jî got ku bi serkeftina Syrîzayê ya li Yewnanistanê û bi rizgariya Kobanêyê du serkeftinan pîroz dikin û dest bi axaftina xwe kir.
-"Serkeftina Kobanêyê"
Yuksekdag di piraniya axaftina xwe de li ser Kobanêyê û ji destê DÎŞIyê rizgarkirina Kobanêyê sekînî û got "Berxwedana navdar a Kobanêyê ya ku 134 roj berdewam kir, bi serkeftineke mezin vîna xwe ya dîrokî îlan kir. Serkeftina Kobanêyê serkeftina hemû gelên bindest ên cîhanê ye, ji bo hemû gelên Rojhilata navîn hêvî ye."
Yuksekdagê got ku maweya kesên ku digotin "Kobanê hema hema dê bikeve" di dîrokê de temam bû û roja kesên digotin ku "Kobanê dê bi ser bikeve" dest pê kir û anî ziman ku rojên bidestxistina dahatûya gelên li herêmê dest pê kirin.
Yuksekdagê rêz û silavên xwe ji kesên ku li Kobanêyê şer dikirin re şandin û wiha axivî:
"Kobanê hema hema dê bikeve" di dîrokê de temam bû û got ku "Serokwezî piştî ku serkeftina Kobanêyê hat îlankirin, silavan dişîne Kobanêyê. Li kesê ku silav dide nenêrin, li kesên ku silavan dide şandin binêrin. Ev gel silavan dide şandin.
Tiştên ku qewimîn nîşan didin ku êdî em dikarin bi ser bikevin. Ew kesên wisa difikirin ku ev gel nikare bi ser bikeve, mehkûmê têkçûnê ye. Me meşa siyasî ya ku bingeha wê li her derê serkeftin e, zû ve da destpêkirin û em ber bi armancê ve dibin. Gelên Tirkiyeyê bila êdî ji tu tiştê netirsin."
Yuksekdagê destnîşan kir ku piştî serkeftina ku li Kobanêyê hat bidestxistin, dê derbasî seferberiya kedê bibin û diyar kir ku dê Kobanêyê ji nû ve ava bikin.
-"Qismeke hewesa xwe ji bo pêşnûmayê xerc bike"
Yuksedagê parast ku helwesta hikûmetê ew e ku pêvajoya çareseriyê di nîviyê de bihêle û îdia kir ku şûna zimanê aştiyê û siyaseta çareseriyê, siyaseta neçareseriyê û zimanê rageşiyê tê bikaranîn.
Yuksekdagê got ku du roj piştî ku Serokwezîr Ahmet Davutoglu ji Kobanêyê re silav şandin, Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ev derewand û wiha pirsî "Serokomar di pêvajoya çareseriyê de dîsa mûameleya serokê polê bi Serokwezîr bike an na?"
Yuksekdagê bi bîr xist ku Seorkwezîr Davutoglu anî ziman dixwaze ku kurdî hîn bibe û wiha axivî: "Birêz Serokwezîr qismeke hewesa xwe ya ji bo kurdî hînbûnê ji bo pêşnûmaya muzakereyê ya li ber xwe xerc bike. Serokwezîr bila der barê pêşnûmaya hewl didin ku navberê bidinê, berpirsyariyeke rastîn bigire ser milên xwe. Heke vê berpirsyariyê negire ser milên xwe dahatûya çareserî û muzakereyê ronî nîne."
Yuksekdagê diyar kir ku maseya çareseriyê ne bi îcazeta Serokomar Erdogan û ne jî bi ya Serokwezîr Davutoglu ava kirin û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Piştî hilbijartinên 2015an maseya çareseriyê dê ji nû ve bê avakirin. Cihê me yê di wê maseyê de piştî hilbijartinê nayê nîqaşkirin lê cihê îqtidara siyasî ewle nîne.Em dê nehêlin ku îqtidar vê pêvajoyê zehî bike."