İbrahim Atmaca
29 Nîsan 2018•Rojanekirin: 30 Nîsan 2018
MUGLA
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu der heqê 15 parlamenterên ku ji CHPê derbasî ÎYÎ Partiyê bûn da got: "Ev hevalên me çûn, wê wezîfeya xwe bikin û demekê şûnda vegerin. Heke bixwazin dîsa di listeya me de cih bigirin wê bikaribin cih bigrin."
Kiliçdaroglu li Marmarîsê di çalakiya "Medyaya Anadoluyê Dicive" da di rûniştina "Nûnerên Çapemenî/Medyayê yên Anadoluyê dipirsin, Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu dibersivîne" da pirs bersivandin.
Kiliçdaroglu li ser pirsa rojnamegerekî ya "15 parlamenter wê paşda vegerin? Heke ku venagerin wê ji ÎYÎ Partiyê bibin namzed? Heke ku wê ji ÎYÎ Partiyê bibin namzed bi Meral Xanimê ra konsensusek hat çêkirin?" wiha got:
"Jixwe wê paşda vegerin. Tenê ji bo defika ku ji demokrasiyê ra hat danîn me hevalên xwe li wê derê wezîfedar kirin. Hevalên me ji bo wezîfeyê çûn wê derê. Weke ku tê gotin, ji bo berjewendiyan, ji bo ku bibin parlamenter, neçûne wê derê. Tiştekî wisa teqez tuneye. Ji bo defika ku seba demokrasiyê hat danîn, em têk bibin me ew hevalên xwe wezîfedar kirin. Ev hevalên me çûn, wê wezîfeya xwe bikin û demekê şûnda vegerin. Heke bixwazin dîsa di listeya me de cih bigirin wê bikaribin cih bigrin."
Kiliçdaroglu li ser pirsa "Hûn dikarin namzedê serokomariyê yê CHPê ji me ra eşkere bikin?" jî wiha got: "Hê pêşiya me dem heye. Ez, hevalên min û rêxistinên me ji bo vê mijarê em dixebitin. Em ê namzedekî baş derxin. Di vê mijarê da fikareke me ya piçûk jî tuneye."