ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan der heqê Pakêta Ewlehiyê ya Navxweyî de got: "Binkeyên wesayetê, li Tirkiyeyê her tim li dijî reformên demokratîk, xebatên ku hakimiyeta û desthilatdariya wan ji holê rabike disekinin. Tiştê ku niha diqewime jî ev e, lewra ew baş dizanin heke ev pakêta reformê wek qanûn bê qebûlkirin ew ê heyama derbeyan a ku li Tirkiyeyê qewimîn bi dawî bibin û wesayeta wan wê di nav dilê wan de bimîne. Dixwazî bila hêzên dewlata veşarî be, dixwazî bila hêzên wek KCKyê û dixwazî jî bila hêzên rêxistina paralel bin ew ê bi mirazê xwe şa nebin."
Akdogan di bernameya Hevdîtina Waliyan a ku li Mala Wilayetan hat lidarxistin de axivî û ragihand ku di avakirina Tirkiyeya nû de keda waliyan gelekî zêde ye.
Alîkarê Serokwezîr Akdogan destnîşan kir ku bi saya vîzyona nû ya dewletê paradîgmayên burokrasiyê jî diguhirin û walî jî ji bo têkiliya di navbera şexs û civakê de xwedî roleke girîng in.
Akdogan diyar kir ku heke ewlehî tunebe azadî jî pêk nayê û wiha pê de çû: "Pakêta Ewlehiyê ya Navxweyî ya ku li Meclisê niha hevdîtin li serê didomin ji ber vê yekê pir girîng e. Ew hêlên ku bi tu awayî nayên bal hev, niha di vê mijarê de di heman safê de cih digirin. Binkeyên wesayetê, li Tirkiyeyê her tim li dijî reformên demokratîk, xebatên ku hakimiyeta û desthilatdariya wan ji holê rabike disekinin. Tiştê ku niha diqewime jî ev e, lewra ew baş dizanin heke ev pakêta reformê wek qanûn bê qebûlkirin ew ê heyama derbeyan a ku li Tirkiyeyê qewimîn bi dawî bibin û wesayeta wan wê di nav dilê wan de bimîne. Dixwazî bila hêzên dewlata veşarî be, dixwazî bila hêzên wek KCKyê û dixwazî jî bila hêzên rêxistina paralel bin ew ê bi mirazê xwe şa nebin."
Akdogan li ser bûyerên ku bi hinceta dagirkirina Kobanê derketin jî got:
"Bi taybetî jî hevalên me yên ku li herêmê bûn di bûyerên Kobanêyê de çi qewimîn bi xwe dîtin. Bi wan bûyeran ve hat xwestin ku serîhildaneke biçûk derkeve, lê nebû lewra milet destûr neda vê yekê û gavên ewlehiyê yên ku hewce dikir jî dewletê avêt."