08 Hezîran 2016•Rojanekirin: 09 Hezîran 2016
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Kulliyeya Serokomariyê bi mixtarên ji Afyon, Agirî, Ardahan, Bayburt, Çankiri, Duzce, Îdir, Stenbol, Kahramanmaraş, Karaman, Kilîs, Manîsa, Mugla, Trabzon, Tûncelî, Ûşak û Yalovayê re di fitarê de hat bal hev.
Serokomar Erdogan qal kir ku bombeyên ku duh li Veznecîlera Stenbolê û Midyata navçeya Mêrdînê teqiyan dil şewitanin û got ku Xwedê rehma xwe li şehîdên ku di vê êrîşa menfur de mirin bike serê eqrebayên wan û gelê me sax be û Xwedê şifaya xêrê bide birîndaran.
- "Li welatê me girê şehîdan tu carî vala namîne"
Erdogan ji helbesta Arîf Nihat Asya ya bi navê "Alayek li Benda Bayê ye" risteyên "Girê şehîdan vala nîne, yek heye li bendê ye û singek ji bo ku nefesê bistîne li benda bayê ye" xwend û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Li welatê me girê şehîdan tu carî vala namîne. Her ewledekî vî welatî yê ku nanê vî welatî xwariye, ava vî welatî vexwariye û hilma vî welatî sitandiye dema ku hewce bike bêyî ku qet bitirse dikare canê xwe bide. Gelo carna kesên xwînxiran dernakevin? Helbet derdikevin lê gelê me dersê ku hewce dike dide wan. Tabî dema ku min got 'Xwînxirab' ez qala xwînxirabiyekî biyolojîk hele qala nijadperestiyê nakim. Di çanda me de gotina xwînxirab gotinekî der heqê karakterê ye, wateya wê jî ew e ku ew kesên ku dijî gelê xwe, civaka xwe bi xwe xirabiyê dike, yê israr dike ku bi karên xelet re mijûl bibe ye. Çi girîngiya wî heye ka ew terorîstê ku li hember vî welatî çek digire ji kîjan neteweyê ye. Li ber çavê me ew bê esl û xwînxirab e."
Serokomar Erdogan bêyî ku nav bide bal kişand ser gotinên Kemal Kiliçdarogluyê Serokê Giştî yê CHPyê yên ku di bernameyekî televîzyonê de gotin û ev nirxandin kirin:
"Şeva borî di qenalekî televîzyonê de serokê partiyekî siyasî ku ev partî partiya mixalefeta sereke ye, ez ji vir bangî welatiyên me yên ku dil dane partiya mixalefeta sereke dikim, çi gotiye? 'Dema wext hat me PKKyiyên di nexweşxaneyan de ziyaret kirin, cî hat me DHKP-Cyî ziyaret kirin'. Hele li van gotinan binêre, bi çi rehetiyê van dibêje. Ma tiştekî wiha dibe? Tu hem dê li vî welatî bibî serokê Mixalefeta Sereke, hem jî mensûbên rêxistina terorê ya dabeşker li nexweşxaneyê ziayet bikî. Çi ye, qaşo nexweş in, birîndar in. Tu dê kesên ji DHKP/Cyê ziyaret bikî. Ez van hewaleyê îradeya miletê xwe dikim. Ez bawer dikim ku dê gelê min êdî dersê hewcedar bi awayekî herî îdeal herî xweşik bide van."
- "Welatekî me yê din tune, dewletekî me yê din tune"
Erdogan bi bîr xist ku bi Serokê Sererkeniyê Orgeneral Hulusî Akar re li Akademiya Tibê ya Eskerî ya Gulhaneyê birîndar ziyaret kirin û wiha axivî:
"Dema min ew ziyaret kirin di çavên hinekan de pirsgirêk hebûn, yên hinekan gelek cihên bedena wan şikestibû lê hûn dinêrin dema ku Serokê me yê Sererkaniyê dibêje wan 'Gelo hûn amade ne' dibêje ku 'amade me qomutanê min'. Di wê rewşê de jî dîmen wiha ye. Ev mijara îmanê ye. Ew kesên ku bi çavekî din li vê dinêrin çiqas dixwazin bila bikevin em ewelallah bêyî ku waqar, dirayet û biryardariya me bişkê em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Ji ber ku welatekî me yê din tune, dewletekî din tune."