ANKARA
Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş der heqê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan da bi îdiaya ku "tesîrê li ser serxwebûna darazê dike û rê dide ber" serî li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê da û Erdogan gilî kir. Serdozgeriyê jî bi hinceta ku rayeya wan tuneye der heqê serokomar da jêpirsînê bikin, gilî qebûl nekir.
Serdozgeriyê bi bîr xist ku parêzer Sînem Coşkunê di 31ê tîrmehê da li ser navê HDP û Selahattîn Demirtaş gilîdar bû.
Li gor biryara Serdozgeriyê di giliyê da wiha hat gotin: "Serokomar Erdogan di 24ê tîrmehê da piştî Civîna Ewlehiyê bi rêya çapemeniyê wiha daxuyand: 'Ji bo ku rêvebirên teşkîlatên bajar û navçeyan yên HDPê werin binçavkirin û girtin, operasyonan dest pê kir'. Hat îdiakirin ku ev daxuyanî rasterast tesîrê li ser serxwebûna darazê dike. Belgeya dide nîşan ku Erdogan Serokomarê Komara Tirkiyeyê ye, ji ser malpera Serokomariyê hatiye temînkirin û kirine nav dosyeyê."
Di biryara Serdozgeriyê da hat bibîrxistin, dema ku ev sûc li Erdogan hat îsnadkirin, Erdogan wezîfeya Serokomariyê dikir û wezîfeya wî ji 28ê tebaxê dest pê kiriye.
Serdozgeriyê ragihand, li gor madeya 105emîn a makezagonê, rayeya wan tuneye ku der heqê Serokomar da jêpirsînê bikin û ji ber vê jî wan gilî qebûl nekir.
Li gor daxwaznameya gilîkirinê ya Demirtaş Serokomar Erdogan daxuyanî daye û "li ber raya giştî telîmat daye darazê".