Atalay beriya ku bi Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan û parlementerên partiya xwe re bê bal hev, bersiva pirsên rojnamevanan da. Li ber deriyê navenda giştî ya AK Partiyê, rojnamevanan ji Atalay der barê rojevê de hin mijar pirsîn.
Rojnamevanekî got: "Derket holê ku 7 hezar kes ji aliyê rêxistina paralel ve hatine guhdarkirin. Gelo hûn ji bo vê yekê çi difikirin?" Atalay jî got: "Vaye hûn dibînin, ka ez ê çi bibêjim?"
Atalay li ser pirsa "Gelo we li wê lîsteya kesên ku hatine guhdarkirin û navên wan di rojnameyan de hatin weşandin nihêrî? jî destnîşan kir ku li hemû lîsteyê nenihêriye û wiha dewam kir: "Min li hemû lîsteyê nenihêrî. Niha hewce nake ku ez tiştekî bibêjim, bi rastî tiştekî ku bibêjim jî tuneye. Yanî her tişt li meydanê ye."