Wezîr Yildiz li ser pirsa "Tê gotin ku bi hatina Barzanî ya bi 3 wezîran re dê ji pereyê neftê yê ku li Bankaya Halkê kom bûye, qismê ku dikeve para Bakurê Iraqê dê bê tehsîlkirin. Gelo hûn dikarin vê yekê piştrast bikin? Birêvebiriya navendê dê kengî tehsîlatê bike?" wiha axivî: "Ez nûçeyeke wiha dibihîsim ku 'her 3 wezîr ji bo tehsîlata pereyê hatin.' Ez divê bibêjim ku ev nûçe rast nîne. Ew ji bo ku hesabên berwext bikin wekî hesabên mayînde û bi rayederan re ji bo vekirina van hesaban tên. Em hewl didin ku av kar bibe karekî mayînde. Em hatine rewşeke wisa ku bi xirabûna îstiqrara Iraqê, xwediyê neftê guheriye. Em ne tenê der barê neftên Bakurê iraqê de diaxivin, em der barê neftên Bexdayê de jî diaxivin. Di rojeva me de nîne ku mafê Bakurê Iraqê ji wê bedêlê bê girtin. Tabî dê ev di dahatuyê de çêbin. Ez divê bibêjim ku em hem der barê mafên Bexdayê de hem jî der barê mafên Bakurê iraqê de, di nav xebatê de ne."
Yildiz got ku pereyê tankêra ewil hê jî nehatiye û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Bakurê Iraqê ji firotin û îhalekirina wê berpirsyar e. Xwediyê neftê Iraq e. Yê ku vê îhale dike û difroşe, sewqiyata wê dike Iraq e. Ji ber vê yekê berpirsyarê vê firtonê Iraq e. Difroşe Îsraîlê an difroşe cihek din, em tevî wê qismê nabin. Lê min ji wan pirs kir, gotin ku me nefirotiye Îsraîlê. Em wek hikûmeta Komara Tirkiyeyê tu tişt nefirotiye Îsraîlê. Me wek kamû jî tu firotinên bi vî awayî nekirine. Hele ez dizanim ku di ser de jî kirinên Îsraîlê yên li Xaze û Filîstînê vê pirsê girîngtir dikin. Ne meha borî, ne jî meha beriya wê me tu sotemeniyên jetan nefirote Îsraîlê. Ez dixwazim bila bê zanîn ku hesasiyeta me a di vê mijarê de ji ya wan kesên ku ev pirs dikin, kêmtir nîne."
Yildiz der abrê parvekriina nefta Herêma Kurdistana Iraqê de jî agahî dan û wiha axivî: "Em li welatekî wisa dijîn ku wir biryarên Neteweyên Yekbûyî girêdar in. Ez divê bibêjim ku ji sedî 5 para der barê tezmînata şer a li Qûweytê ji vir tê veqetandin. Ev yek ji bo me mecbûriyet e. Me gotibû ku para din li gor biryara birayên me yên iraqî dê ji sedî 83 ji Bexdayê re ji sedî 17 jî ji Bakurê Iraqê re biçe. Me diyar nekir ka dê ev rêje çawa bibe, gelê Iraqê diyar kir."
Yildiz li ser pirsa "Daxuyaniyê Hawramî yên wekî 'em dê ji bo çareserkirina pirsgirêka neftê rafîneriyeke nû ava bikin.' hene. Tirkiye dê vê mijarê de hevkariyê bike gelo?" wiha bersiv da: "Piştî ku rafîneriya Beyciyê ket destê DÎŞIyê em bi Bakurê Iraqê yê ku nefta wî ya xam heye lê nikare hilberîne, heke hilberîne jî nikare rafîne bike re rû bi rû man. Ji ber vê yekê der barê nefta xam de gelek pirsgirêk hene. Tirkiye di vê çarçoveyê de wekî her dem çi ji dest bê, dê bike. Li vir xala girîng peydekirina neftê ye, lê divê em baş bibînin ka di deriyê sînor ê Xabûrê de lojîstîk û hatûçû bi hêsanî tê kirin an na? Tirkiye di asteke wisa de ye ku hem der barê cêyrana ku dê bidin Mûsilê, hem jî der barê berhemên neftê de dikare rojane zêdetir 4 hezar tonan pêk bîne. Me amadhiyên xwe li gor vê kirin. Yek ji wan mijarên ku dê îro bê axaftin jî, dê mijarên di sektora vejenê de be."