Piştî ku Serokomar erka avakirina hikûmetê da Serokê Giştî yê AK Partiyê Ahmet Davutoglu û şûnde Davutoglu di çarçoveya hevdîtinên koalîsyonê de bi Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî re hat bal hev.
Di hevdîtina ku li meqama Bahçelî ya li TBMMyê pêk hat de Wezîrê Xebat û Ewlekariya Civakî Farûk Çelîk, Sekreterê Giştî yê AK Partiyê Halûk Îpek, Cîgirserokê Koma AK Partiyê Mahîr Unal, Parlementerê AK Partiyê Lutfî Elvan û Ertan Aydin beşdariya Davutoglu; Cîgirserokê Koma MHPyê Oktay Vûral, Alîkarên Serokê Giştî Kenan Tanrikulu û Semîh Yalçin, Sekreterê Giştî Îsmet Buyukataman û Alîkarê Sekreterê Giştî Mustafa Kalayci jî beşdariya Bahçelî dikin.
Bahçelî li ber deriyê odeya meqama xwe pêşewaziya Davutoglu kir.
Hevdîtina ku ji çapemeniyê re veşartî ye di saet 13.00ê de dest pê kir.
Li bendê ne ku piştî hevdîtinê Davutoglu li Navenda Giştî ya AK Partiyê daxuyaniyê bide çapemeniyê.