Demirtaş, Hevserokê Giştî ya HDPyê Fîgen Yuksekdag, ji parlementeran Erol Dora, Nazmî Gur, Selma Irmak, Şaredarê Bajarê Mezin yê Mêrdînê Ahmet Turk di heyetê de bûn û îro li buroya Erbilê ya BDPê civîna çapemaniyê li dar xistin.
Demirtaş di axaftina xwe de diyar kir ku ji bo partiyên siyasî yên kurd li dijî Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) tevbigerin xebatan dikin û wiha got: "Qet nebe jî dibê hêzên têkoşînê ji bo demeke berwext bi hev re tev bigerin û parastineke hevpar bikin. Gelo ev bibe artêşeke hevpar em nizanin lê belê di pêşerojê de em ê vê bibînin. Hêzên çekdar dibê li her cihî li dijî DÎŞIyê parastina hevpar bikin. Li Mexmûrê wisa kirin, dikarin li Şengal û Rojavayê jî wisa bikin."
- Pêvajoya çareseriyê
Der barê pêvajoya çareseriyê de ji Demirtaş pirsek pirsîn û Demirtaş bi bîr xist ku hikûmet teze hat avakirin, li hêviynê ku hikûmet gavên girîng biavêje û wiha got: "Ez hêvî dikim ku hikûmet bi lez gavên girîng biavêje û mijar pêş keve."
Demirtaş der barê li Rojavayê îtifaqa Hêzên Parastina Gel (HPG) Eniya Îslamî û Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) a li dijî DÎŞIyê de jî wiha axivî: "Agahiyên ku di çapemeniyê de tên weşandin de wisa tê gotin. HPG û ASAyê biryar dane û li hin herêmên wê derê li dijî DÎŞIyê bi hev re têkoşînê didin. Ev biryareke rast e û zehf girîng e. Dibê berê jî wisa bûya. Dema ku ji bo heman armancê têkoşînê didin dibê ji bo ku ji wan haviya xelas bibin bi hev re têkoşînê bidin. Ez hêvî dikim ku îtifaqên wiha pêş kevin û dewam bikin. Ev me gelekî kêfxweş dike."
- Heyetê derbasî Sûriyeyê be
Selahattîn Demirtaş eşkere kir ku ji bo ziyareta DYAyê xebatên wan hene lê belê bername hê eşkere nîne û der barê ziyareta Sûriyeyê de jî wiha got: "Ji bo ku rewşa Rojavayê li cih bibînin em ê sibe ji deriyê sînor ê Semelka re derbasî Sûriyeyê bibin û rojekî jî li wir bixebitin, paşê jî vegerin Tirkiyeyê."