BOLU
Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan got: "Me bi wan kesên ku nedihîştin xeber bidin re yek negirin. Yanî hûn wisa nikarin ji çiyê bên û berî xwediyê malê bidin."
Alîkarê Serokwezîr Akdogan li Bolûyê di bernameya Hevdîtina Teşkîlata AK Partiyê ya Bolûyê û Saziyên Civakî yên Sivîl de axivî û got: "Ez niha HDPyê rexne dikim, jê aciz dibin. Yek derdikeve dibêje 'bila xebernede' yekî din dibêje 'bila hindik xeberbide', ji wan yekî din derdikeve dibêje bila devê xwe veneke'. Heval, me bi wan kesên ku we nedihîştin xeberbidin re yek negirin. Yanî hûn wisa ji çiyê dakevin bên û nikarin berî xwediyê malê bidin."
Akdogan diyar ku kir ew bi xwe ji wan kesên dixwazin vegerin Tirkiyeya berê re dibêje "eniya şer" û wiha pê de çû: "Dema em dibêjin Tirkiyeya berê hikûmetên koalîsyonê tên bîra me. Tirkiye bûbû welatê qeyranan û li ber kendal bû. Tirkiye ne ji ber qeyranên aborî yên kurewî ji ber nezanîbûna siyasetmedarên dewletê birêve dibirin ve ket nav qeyranê. Welat di nav qeyranê de bû û paşê jî miletê dest danî ser desthilatdariyê û hat ser kar. Piştî wî jî li Tirkiyeyê lîstikên qirêj belav bûn."