Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn diyar kir ku ji bo êrîşên hewayî yên ku li Sûriyeyê li ser hedefên DÎŞIyê tên kirin de ji rêvebiriya Sûriyeyê destûr bê sitandin.
Li gor daxuyaniya ku ji Berdevkiya Çapemeniyê ya Kremlînê hat dayîn, Pûtîn li ser têlefonê bi Sekreterê Giştî yê Dewletên Yekbûyî Ban Kî-mûn re der barê êrîşên hewayî yên li ser Sûriyeyê de axivî.
Pûtîn der barê helwesta Tirkiyeyê ya li hemberî rewşê de agahî da û wiha got: "Ji bo êrîşan rêvebiriya Sûriyeyê tê agahdarkirin, lê belê ev têrê nake. Ji bo êrîşan divê ji rêvebiriya Sûriyeyê destûr bê xwestin."
Artêşa DYAyê digel welatên ku bi DYAyê re hevkariyê dikin, êrîş biribûn ser hedefên DÎŞIyê yên li Sûriyeyê.
Li gor daxuyaniya rêvebiriya Sûriyeyê, Amerîkayê beriya êrîşan ew agahdar kiribû, lê beriya vê hatibû diyarkirin ku ew destûrê nadin DYAyê ku DYA êrîşî Sûriyeyê bike.