03 Mijdar 2015•Rojanekirin: 04 Mijdar 2015
TBMM
HDPê bi îdiaya xwe ya "Tirkiyebûnê" va ji çepgiran namzed kifş kirin, lê gelek jê nehatin hilbijartin.
Serokê Giştî yê Partiya Demokrasiyê ya Sosyalîst (SDP) ya berê Ridvan Turan, Saruhan Oluçê ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (EDP), Alî Kenanogluyê ku di saziyên civata sivîl ên elewiyan da rêvebirî kiriye, Kemal Bulbul û Turgut Oker bûbûn namzed, lê nehatin hilbijartin.
Li gor agahiya ku hat bidestxistin, duh di civîna hevserokên HDP, HDK, DTK û DBPê da, li ser encamên hilbijartinê sekinîn. Di civînê da hin kesan sedema ketina reyan bi çalakiyên PKKê va girêdan, hin kesan jî got ji ber ku HDP zêde li ser rojavayê Tirkiyeyê sekinî, ew qas rey ketin.
Di civînê da meseleya "rêvebiriyên xweser" jî hat rojevê û hendekên ku li bajarên Rojhilat û Başûrê Rojhilat hatin kolandin jî hat rojevê. Hat gotin ku gel ev yek qebûl nekir, li van herêmên ku hendek lê hatin kolan û "rêvebiriyên xweser" hatin îlankirin, rey ketin.
Di civînê da biryar hat dayîn ku di civîna MYKyê da were nîqaşkirin ku gotinên li ser Pêvajoya Çareseriyê û gotinên li ser hikûmetê werin guhertin û helwesteke nû çêbibe.
Hat gotin ku HDP wê civîna Lijneya Rêvebirina Navendî (MYK) û civîna Meclisa Partiyê (PM) bike, di civînê da li ser encamên hilbijartinê bisekine, polîtîkaya xwe li ber çav ra derbas bike, ji bo cîgirserokên komê û alîkariyên hevserokên giştî wezîfedarkirinan bike.
- "Polîtîkaya Tirkiyebûnê"
Ji aliyekî din va HDPê di çarçoveya polîtîkaya "Tirkiyebûn"ê da bi çepgiran bû yek û ji çepgir û ji saziyên civata sivîl yên elewiyan namzed dan nîşan, lê gelek ji van namzedan neketin meclisê.
Serokê Giştî yê Partiya Demokrasiyê ya Sosyalîst (SDP) ya berê Ridvan Turan li Edeneyê bû namzed; Serokê Giştî yê berê yê Komeleya Çanda Elewiyan ya Hubyar Sultanê Alî Kenanoglu li herêma 3yem ya Stenbolê bû namzed, Serokê Giştî yê Berê yê Komeleya Çandî ya Pîr Sultan Abdalê Kemal Bulbul li Adiyamanê bû namzed, Serokê berê yê Konfederasyona Yekîtiyên Elewiyên Ewropayê Turgut Oker, Saruhan Oluçê EDPyî, Endamê Hîndekariyê yê Zanîngeha Stenbolê Sezaî Temellî jî bûn namzed, lê nehatin hilbijartin.