Hevseroka Giştî ya HDPyê Fîgen Yuksekdagê got ku hikûmet hêj jî dibêje "pêvajoya çareseriyê polîtîkaya min a serekeye, hêj bi saya vê meseleyê nan dixwe; lê tu pêwîstiyeke pêvajoyê jî bi cih nayne. Lê roj îroj e, dem ev dem e. Xetereyek bi vî şiklî cardin pêk bê dê pêvajo raweste."
Yuksekdag di komcîvîna partiya xwe de axivî û îdia kir ku "Li hemberî wan partiyeke ku bi zimanê mirin, şer, ji hev du qetandin û hêrisbûnê siyasetê dike, diaxive û tevdigere heye."
Yuksekdagê bal kişand ser Ekrem Kaçarogluyê ku di encama bûyerên li dijî DÎŞIyê yên li Îzmîrê pêk hatin de mir û wiha got: "Li vê welatî dema ku mirov ji bo geşkirin û xweşkirina jiyanê hewl didin mixabin dimrin."
Fîgen Yuksekdagê got ku Kobanê neket û nîşanî hemû dinyayê da ku dê nekeve jî.
- Em li ser kesên ku dimrin siyasetê nakin, ev ne karê me ye
Yuksekdagê got ku êdî nema desthilatdarî karibe ku bi gelê kurd re bibe dost jî û wiha pê de çû: "Birêz (Serokwezîr Davutoglu) di axaftina xwe ya îro de got ku tu cudahî di navbera Sirûc û Kobanêyê de tuneye, mixabin îro serwext bûye ku cudahiya wan nîne. Bi mehan e ku ev gel ji bo ku vê rastiyê nîşanî we bide hewl dide. Gelo ew 48 kesên ku mirin ji bo hûn bi vêyekê bawer bikin mirin? Heke hûn mehek berê li vê rastiyê hay jê bibûna dê ew 48 însan nemiriyana."
Hevseroka Giştî ya HDPyê Fîgen Yuksekdagê wiha berdewam kir:
"Em ji bo ku siyasetê bikin dimrin. Ma ji bo em siyasetê bikin, ji bo em qadên azadiyê bikarbînin divê em bimrin. Divê em digel jin, zarok, siyasetmedarên xwe bimrin. Hûn nikarin bi gefxwarinên mirinê me têk bibin. Me bi mislê van geflêxwarinan dît. Em ji pêvajoyeke çawa re, ji rêyeke çawa re derbas bûn û hatin vê astê. Li hemberî gelê me şer îlan nekin."
Yuksekdagê îdia kir ku tu ferq di navbera berxwedana Kobanê û serhildana Parka geziyê de tuneye.